Dayika girtî: Heta ku tecrîdê neşikînin em ê nesekinin

Ji dayikên di Nobeda Edaletê de ne Muşeher Ulker anî ziman ku tecrîd li ser gelê Kurd zilmeke mezin e û got, "Heta ku tecrîdê neşikînin em ê nesekinin."

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê di çarçoveya kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' greva birçîbûnê ya bi dorvegerî ku 27'ê Mijdarê dane destpêkirin di 4'ê Nîsanê de bi dawî kirin. Girtî ji 4'ê Nîsanê û vir ve tevlîbûna li rûniştinên dadgehan, serdana malbatan red dikin û mafê axaftina bi telefonê bi kar nînin. Xizmên girtiyan jî piştî Nobeda Edaletê her roja Duşemê çalakiya 'Bibe dengê azadiyê' lidar dixin.

DIVÊ DERIYÊ ÎMRALIYÊ BÊ VEKIRIN

Ji dayikan Muşeher Ulker ji ANF'ê re axivî, anî ziman ku berpirsyarî divê ne tenê li ser milê girtiyan be û got, "Em hemû Kurd in, zilm li me hemûyan tê kirin. Em hemû li dijî vê zilmê ne. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Heta ku tecrîd bi dawî nebe aborî sererast nabe, gel azad nabe. Ji ber vê jî em li dijî tecrîdê ne. Em tecrîdê qebûl nakin. Eger em dixwazin azad bibin divê tecrîd tavilê bi dawî bibe. Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin. Heta ku ew derî neyê vekirin, girtî jî em jî dest ji çalakiyên xwe bernadin."

DESTHILATDARÎ BI HER RÊ Û RÊBAZÊ ZILMÊ DIKE

Ulker bi bîr xist ku girtî bi hefteyan e bi xizmên xwe re hevdîtinê nakin, tevlî rûniştinên dadgehan nabin û got, "Malbat meraq dikin. Haya me ji rewşa wan nîne. Bû du meh ku me ewladên xwe nedît, me bêriya wan kiriye, meraq dikin. Rêbertî 25 sal in tecrîdkirî ye. Rêbertî û girtiyên bi wî re xwedî wî mafî ne ku malbat û parêzerên xwe bibînin. AKP ji bo zilmê li gelê Kurd bike bi her rê û rêbazê tevdigere. Cezayên dîsîplînê dide. Cezayê çi ye? Mirovekî ku nikare bi telefonê jî biaxive gelo çi sûcê dîsîplînê dikare bike? Em vê napejirînin. Haya gelê Kurd ji her tiştî heye, êdî bi lîstikên dewletê zane. Her roj çiyayên me, gundên me bombe dikin. Ewladên me qetil dikin an jî digirin. Eger tecrîd bi dawî nebe ev ê dewam bike. Her roj wê herêmeke me dagir bikin."

BERXWEDANA ME WÊ DEWAM BIKE

Ulker bang li her kesî kir ku dengê xwe li dijî tecrîdê bilind bike û got, "Eger em îro dengê xwe bilind nekin, sibe wê bikevin heta nava mala me. Siyasetmedarên me têne girtin, ciwanên me têne girtin, her roj operasyonan dikin, qeyûman datînin ser şaredariyên me. Sedema van hemûyan tecrîd e. Bila tecrîd bi dawî bibe, gelê Kurdistanê azad bibe. Li çar parçeyên Kurdistanê, Ewropayê, li her derê divê em li ber tecrîdê rabin. Tecrîd li dijî gelê Kurd zilma herî mezin e. Heta ku tecrîdê neşikînin ne em ne jî zarokên me wê nesekinin. Em li girtîgehê, em li derve li ber xwe bidin, berxwedan wê dewam bike."