Dayika Îmîr a li balafirgehê hatibû destgîrkirin berdan
Kadriye Îmîr a li Balafirgeha Esenboga ya Enqerê hatibû destgîrkirin, berdan.
Kadriye Îmîr a li Balafirgeha Esenboga ya Enqerê hatibû destgîrkirin, berdan.
Dayika Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Nûran Îmîr, Kadriye Îmîr, bi şertê kontrola edlî û qedexeya dervê welat hate berdan.
Kadriye Îmîr dema ku li gel keça xwe ji bajarê Frankfûrt a Fransayê 11'ê Çile hate balafirgeha Esenboga ya Enqereyê li balafirgehê hatibû destgîrkirin. Îmîr bi hinceta ji aliyê 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve derbarê wê biryara destgîrkirinê heye, hatibû destgîrkirin. Îmîr, piştî derxistin dadgehê hate berdan. Îmîr ewil birin Şaxa TEM'ê ya Enqereyê û ji wir jî sewqî edliyê kirin. Îmîr ku sewqî edliyê kirin bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina dervê welat hate berdan.