Daxwaza hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re dîsa hate redkirin
Daxwaza serlêdana hevdîtinê ya parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re cara 759’an jî hate redkirin.
Daxwaza serlêdana hevdîtinê ya parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re cara 759’an jî hate redkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Sebriye Koklu, Cengîz Yureklî û Mûhdî Oztuzun ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xer re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdana parêzeran a cara 759’an jî ret kir.
Daxwaza parêzeran jî bi hincet ‘Sînordarkirina mafê di derbarê hikûmxwariyan de’ ku li gorî Qanûna Derbarê Înfaz û Tedbîrên Ewlekarî û Ceza ya hejmara 5275’an hate redkirin.
Daxwaza hevdîtinê ya parêzeran a bi Ocalan re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û ve ev bû cara 759’an bi hincetên ‘Rewşa hewayê’, ‘Keştî xirabeye’ Rewşa Awarte’ tê astengkirin.