Daxwaza birîna ceza li Midûrê Karê Nivîsê ya Yeni Yaşamê Akin hate kirin

Doza Midûrê Karê Nivîsê yê Yeni Yaşam Osman Akin hate taloqkirin. Dozger daxwaza birîna ceza li Akin kir.

Rûniştina doza Midûrê Karê Nivîsê yê rojnameya Yeni Yaşam Osman Akin ê bi binceta nûçeyên di derbarê grevên birçîbûnê de amadekirî bi îdîaya ‘Bi şêwey xelek propagandakirina rêxistina terorê’ lê hatibû vekirin, li 28’ emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat.

AKIN: ME CIVAK JI REWŞÊ AGAHDAR DIKIR

Akin di rûniştinê de ev got: “Ev nûçe, nivîs ji malber û ajansên cihê yên li ser înternetê hatine girtin; agahî dayîn, bi armanca agahîdayîna civakê, di çarçoveya îfadeya azadî û çapemeniyê de nirxê nûçeyê heye ku hatine parvekirin.”

Parêzer Ozcan Kiliç ji bo parastinê daxwaza dem kir.

Dozger diyar kir ku Akin ‘propagandaya rêxistinê’ kiriye, daxwaza birîna ceza kir.

rûniştin taloqî 22’yê Cotmehê hate kirin.