Daxwaza berdana destgîrkiriyên HDP’yî kirin

Komeleyên Herêmî, daxwaza berdana Parlementera berê ya HDP’ê ya Bûrsayê Asiye Koçak û parêzvanên mafê mirvan ên beriya 6 rojan hatibûn destgîrkirin, kirin.

Komeleyên Herêmê yen di bin baneyên Federasyona Komeleyên Karakoçanê (KAR-DEF) de li hev kom bûn, ji bo Parlamentera HDP'ê ya Bûrsayê ya berê Asiye Kolçak û parêzvanên mafê mirovan ên di 5'ê Gulanê de hat destgîrkirin, s bê berdan li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyani dan çapemeniyê.

Di civînê de Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat Abdulhakim Daş, diyar kir ku binçavkirin û girtin bi armanca têkoşîna Kurdan a demokratîk paşve bixe û wiha got: "Lê bila baş bê zanîn ku bi salan e li ser Kurdan ev zext û zordarî didome, lê kurdan têkoşîna xwe bêtir xurt kiriye û pêş xistiye û ji niha û şûnde jî dê Kurd têkoşîna xwe xurtir bikin. Pêşeroja gelê Kurd têkoşîna gelê Kurd e. Destjêberdana têkoşinê teslîmiyet e. Divê em li dijî van destgîrkirina û girtinan bêtir têbikoşin û li ber xwe bidin. Em dixwazin Koçak û hevalên wê demek berî demekê bên berdan û ev zext bi dawî bibe.

Endama Komeleya Çanda Divrîgî Gulsum Polat jî bal kişand ser zextên li ser Kurdan û xwest biratiya gelan esas bigirin û ji bo ev hilbijartin demokratîk pêş bê her kes di nava hewldanan de be.

Keça Asiye Kolçak Ruken Kolçak jî diyar kir ku malbata Asiye Kolçak hemû hêzên ku têkoşîna demokrasiyê dimeşîne ye û wiha got: "Em wê bi tene nahêlin."