Davûtoglû gef li Kurdan xwar

Davûtoglû gef li Kurdan xwar

Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû, çalakiyên Kurdan weke çalakiyên ji bo 'têkbirina sîstemê' pênase kir û gef xwar: "Kî bi bahaneya pêvajoya çareseriyê rabe der heqê sîstema li Tirkiyeyê de hewl bide şik û gumanan derxîne holê, wê destê xurt ê dewletê li ser be."

Di vê dema ku çarenûsa pêvajoya çareseriyê mijara nîqaşê ye de, Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû daxuyaniyek da.

Davûtoglû li civîna berfireh a Serokên AKP'ê yên Bajaran axivî û îdîa kir ku hemû gavên ji bo pêvajoyê werin avêtin, hatine plankirin. Davûtoglû got, "Hemû gavên edlî, îdarî û qanûnî Yên piştî qanûna çarçoveyê ji bo pêvajoya çareseriyê bên avêtin, hatine plankirin."

Davûtoglû got, "Hemû welat ji aliyê etnîkî û mezhebî ve ji hev cihê dibin, lê em bi vê projeyê re yekîtiyê pêk tînin" û çalakiyên Kurdan weke çalakiyên ji bo "têkbirina sîstema dewletê" bi nav kir û gef xwar.

Davûtoglû got,"Kî bi bahaneya pêvajoya çareseriyê rabe der heqê sîstema li Tirkiyeyê de hewl bide şik û gumanan derxîne holê, wê destê xurt ê dewletê li ser be. Em ê rê nedin ku ti kes ber bi rêxistinbûyînên cuda ve biçin."

Davûtoglû got, "Di pêvajoyê de em gihaştin nîvê rê, ji niha û pê ve maliyeta vegerê ji ya pêşveçûnê girantir e. Wê ji bo her kesî giran be." Davûtoglû got, "Em amade ne ji bo çareseriya di dema herî kurt de, em amade ne gavên pêwîst biavêjin."