Darvekirinên li Îranê li Stockholêm hatin protestokirin

Kurdistaniyan bi boneya salvegera 5 girtiyên siyasî yên ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn darvekirin, li payetexta Swêd Stockholmê çalakiyek lidar xistin, rejîma Îranê protesto kirin. Daxwaz kirin ku girtiyên siyasî bên berdan û dawî li darvekirinê bên.

Rejîma Îranê, 9’ê Gulana 2010’an Ferzad Kemarnger ê mamoste û aktivîstên mafê mirovan Ferzad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Şîrîn Elmehulî û Medî Îslamiyan darvekiribûn.

Xwepêşandana li ser banga PJAK’ê di saet 13:00’an de hate lidarxistin, li parka Hûmlegordenê pêk hat. Wêneyên girtiyên siyasî û alên PJAK, PKK û YPG/YPJ’ê û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan. Meş ber bi Qada Raûl Wallanbergê destpê kir.

Di tevahiya meşê de dirûşmên “Îran darvekirinan rawestîne”, “Bimre Komara Îslamî” û “Bijî Berxwedana Rojava” hate qîrkirin.

Li qadê li ser navê PJAK’ê Amîr Babakirî axivî. Babakirî anî ziman ku rejîma Îranê ji bo têkoşîna gelê Kurd a azadiyê tine bike û gel bitirsîne 9’ê Gulana 2010’an 5 girtiyên siyasî bi darve kirin.

Babakirî diyar kir ku Îran di aliyê darvekirinê de di rêza yekem a welatan de tê, bal kişand ku li zindanên Îranê bi sedan Kurd û şoreşger di hucreyan de li benda darvekirinê ne.

Daxwaz hate kirin ku dawî li pêkanînên darvekirinê bên û girtiyên siyasî bên berdan.

Çalakî bi dirûşma “Bê Serok Jiyan Nabe” , “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” ve bi dawî bû.