Danezana HDP’ê ya hilbijartinê: Em ê teqez biguherînin!

HDP’ê têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê danezana xwe eşkere kir.

Hevserokên Partiya Demokatîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan, danezana partiya xwe ya Hilbijartina Zordest a 24'ê Hezîranê li Hîlton Otelê ya Enqereyê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re par ve kirin.

Hevserokên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî danezan parve kirin û diyar kirin ku ew ê ji bo 80 milyon gelê Tirkiye jiyanek nû û pergalek nû ava bikin. Hevserokan diyar kirin ku wê polîtîkayên şer, nelirêtî biguherînin û aştî, aramî, demokrasî, wekhevî, edalet û parastina mafên mirovan pêş bixin. Hevserokan destnîşan kir ku ew ê destûr nedin pergal û sazîbûna faşîzmê û li dijî vê yekê wê mafê jinan, ciwanan, kedkaran, xweza, çand, dîrokê biparezin û bikin serkeftina hêza ked, demokrasî, jin, ciwan, esnaf, karker û çotkaran. Hevserokan bal kişandin ser vî tiştî ku ew ê doza Kurdan bi riya demokrasî û aştiyê çareser bikin û projeya xwe wiha parve kirin:

“Wê daraz êdî serbixwe be. Hemû astengiyên li pêş raman û îfadeyê wê rabin. Raman û îfade wê azad be. Em ê OHAL’ê rakin. Hemû saziyên bi KHK'ê hatin girtin û mexdûr bûn wê dîsa bigihêjin mafên xwe. Em ê zagona partiyên siyasî û hilbijartinê biguherinin. Mafên mirovan wê têkevin bin ewlehî û parastinê. Hemû rojnameger û siyasetmedar wê serbest bên berdan. Wê hemû gel wek hev bin.

Em ê bi bûyerên borî û heqîqetê re rû bi rû bibin. Kesên ku bi zorê ji cih û warê xwe bûne wê dîsa vegerin cihê xwe.

Em ê pergala cerdevaniyê bi dawî bikin. Mafê reda wîcdanî wê bê parastin. Mafê penaber û koçberan wê bê arastin û mafê jiyana azad wê bê dayîn.

Di di polîtikayên civakî de guhertin wê kirin. Di qada aborî de wê pirsgirêk bên çareserkirin. Em ê pirsgrêkên xizaniyê gav bi gav çareser bikin. Kesên astengdar em ê hezar TL, kesên teqawît 1 hezar TL û kesên kal û pîr hezar TL, dîsa kesê betal herî kêm hezar TL meaş bidin wan.

Rencber û cotkar wê karibin debara xwe bikin. Buhayê gubre, mazot wê kêm bibe û buhayê berhemê wan wê zêde bibe. Bac wê bên kêmkirin.

Welatiyên bê mal wê demînin. Plana îmarê wê ji nû ve bê sererastkirin. Her kes wê wekî hev ji xizmeta cemaweriyê sûdê bigire. Wê butçeyek demokratîk bê avakirin. Êdî wê keda karker û kedkaran neyê xwarin. Em ê dawî li newekheviya civakî û aborî bînin.

Xizmeta tenduristî û perwerdehiyê wê bê pere be. Her kes wê karibe jê sûdê bigire. Mafê perwerdehiya zimanê zikmakî û zanistî wê bê dayîn. Mafê xweza û mafê sewalan wê bê parastin û mîsogerkirin. Bi cîran û cîhanê re em ê di nava aştiyê de bijîn. Mafê ziman, çand û baweriyan wê bê parastin. Warên dîrokî û çandî wê bên parastin. Azadiya çapemeniyê wê esas bê girtin û sansur, qedexe û astengiyên li ser çapemeniyê wê bi dawî bibin.

Mafê zarokan ê gerdûnî wê bê parastin. Ciwan wê azad bijîn. Ciwanên betal wê nemînin. Hemû ciwan wê her mehê 500 TL karta ciwantiyê bistînin. Xwendekarê zanîngehê wê 500 tl heq bistînin. Mafê jinan wê bê parastin. Hemû mafê jinan ê siyasî, aborî û civakî wê bê parastin û vîna wê esas be girtin. Di rêveberiyan de pergala Hevserokatiyê wê esas bê girtin. Jin li kolan, mal, qad û hemû qadên jiyanê wê xwedî nûnertiya wekhev be.”