Damezrînerê JÎTEM'ê Arîf Dogan mir
Damezrînerê JÎTEM'ê Arîf Dogan mir
Damezrînerê JÎTEM'ê Arîf Dogan mir
Bersûcê doza Ergenekonê û damezrînerê JÎTEM'ê, ku berpirsyarê înfaz û kuştinên kiryar ne diyar ên salên 1990'î li Bakurê Kurdistanê ye Arîf Dogan mir.
Damezrînerê şebekeya kuştinê JÎTEM a berpirsyarê înfazên bêdaraz û kuştin kiryar nediyar ên li Bakurê Kurdistanê yên salên 1990'î ye û bersûcê Ergenekonê Arîf Dogan, îro danê sibê li mala xwe mir. Hat hînbûn ku Dogan wê li Duzceyê bê binaxkirin.
Dogan li xwe mukur hatibû ku wî JÎTEM damezrandiye, JÎTEM hînê aktîf e û niha jî di bin sîwanê JÎTEM'ê de 10 hezar personel dixebitin.