DAIŞ li Mûsilê îşkence li doktor û nexweşan dike
DAIŞ li Mûsilê îşkence li doktor û nexweşan dike
DAIŞ li Mûsilê îşkence li doktor û nexweşan dike
Barbariya DAIŞ'ê ya Mûsil dagir kiriye, tevahiya xizmetên tenduristiyê yên li bajêr ji bo endamên xwe bikar tîne. Çete dest li beşa kontrola zarokanînê jî werdidin. Çeteyên DAIŞ'ê, ji ber ku rûyê xwe nepêçandibû îşkenceyek giran li doktoreke jin kirin.
Li gorî nûçeya rojnameya Arab News, DAIŞ hemû xizmetên plansaziya malbatê ya li saziyên tenduristiyê yên li Mûsilê qedexe kir û xizmetên tenduristiyê berî her kesî ji bo endamên xwe bikar tîne.
Rojnameyê di nûçeya xwe ya agahiyên wê dispêre Wezareta Mafên Mirovan a Iraqê de, DAIŞ a di meha Hezîranê de Mûsil dagir kir, hemû tedawiyên li ser plansaziya malbatê ya li nexweşxaneyên li bajêr qedexe kir.
Li gorî wezaretê, endamên DAIŞ'ê weke şert destnîşankiriye ku hemû kel û melên tibî yên li hemû klînîk û nexweşxaneyên li bajêr, ji endamên wan ên birîndar re bên veteqandin. Tê zanîn ku DAIŞ di hefteyên dawî de hem li hemberî HPG û Pêşmergeyan, hem jî li dijî yekîneyên artêşa Iraqê windahiyên giran daye.
Helwesta dijminatiya jinê ya DAIŞ'ê, bandor li wezîfedarên tibê jî kir. Li gorî agahiyên Arab Newsê ragihand, doktoreke jin a serê wê nixumandî lê bi tenê rûyê wê vekirî bû, bi qemçiyê îşkence lê hatiye kirin.