DAIŞ'ê gef li Merkel xwar
DAIŞ'ê gef li Merkel xwar
DAIŞ'ê gef li Merkel xwar
Di vîdeoyeke li ser navê çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) hat weşandin de, gef li serokên dewlet an jî hikûmetên welatên rojavayî hat xwarin. Di vîdeoya ku endamê Elman ê DAIŞ'ê axivî de, heqaret li Serokwezîra Elmanya Angela Merkel hat kirin û ji Misilmanên li Elmanya, Awûstûrya û Swîsreyê hat xwestin ku tevî DAIŞ a bi komkujiyên xwe yên hov tê zanîn, bibin.
Kesê di vîdeoyê de axivî, ku rojnameya Die Welt di ser înternetê de weşand ragihand, ku ew Michael N ê bi eslê xwe Elman e. Rojnameyê ragihand ku çeteyê DAIŞ'ê yê navê Ebû Dawûd li xwe kiriye, gef li lîderên Elmanya, Fransa, Rûsya û Îngîlîstanê xwariye û ji bo Serokwezîra Elman Angela Merke jî gotina 'qirêj' bikar aniye.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku çeteyê DAIŞ'ê ji Misilmanên li Elmanya, Swîsre û Awûstûrya xwestiye tevlî nava DAIŞ a bi komkujiyên xwe yên hov tê zanîn, bibin.
Li gorî yekîneyên îstîxbaratê yên Elman, çeteyê bi navê Ebû Dawûd heta sala 2012'an li bajarê Solingenê dijiya. Ev kesê ku endamê koma radîkal a bi navê 'Mîllatû Îbrahîm' a di sala 2012'an de li Elmanyayê hat qedexekirin bû, tê texmînkirin ku piştî demeke kurt li Misir û Lîbyayê ma, tevlî çeteyên DAIŞ'ê bûye.
Hat ragihandin ku çeteyê bi navê Michael N yê bi navê li xwe kirî Ebû Dawûd, ji aliyê çavkaniyên îstîxbaratê ve weke endamekî 'gelekî xetere' yê rêxistinê hatiye qeydkirin.