DAIŞ'ê 50 welatiyên Kurd yên sivîl revandin
DAIŞ'ê 50 welatiyên Kurd yên sivîl revandin
DAIŞ'ê 50 welatiyên Kurd yên sivîl revandin
Li gorî agahiyên ku ji herêmê bi dest ketîn hejmara welatiyên Kurd ku ji aliyê komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) ve li herêma Munbicê û gundên derdora Cerablusê hatine revandin, di 3 rojan de gihîşte 50 welatiyan ku di nav de jinek, 2 zarok û 7 keçên ciwan jî hene.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê bi dest ketîn hejmara welatiyên Kurd ku ji aliyê komên çete yên girêdayî DAIŞ/Eniya El Nusra ve li herêma Munbicê û gundên derdora Cerablusê hatine revandin zêde bûne. hate hîn bûn di 3 rojan de hejamara welatiyên sivîl yên Kurd gihîşte 50 û di nav de jinek, 2 zarok û 7 keçên ciwan jî hene. Komên çete yên girêdayî DAIŞ'ê ev 3 rojin di revandina welatiyên Kurd de li herêma Munbicê ya girêdayî Helebê berdewame û malê Kurdan talan dikin.
Heta niha nehatiye zanî ku ew kesên tên revandin bi ku derê ve tên birin. Her wiha çeteyan rêya di navbera bajarê Cerablus û Kobanê de jî bi temamî girtine.