DAIŞ di dagirkirina gundan de jî sînor nas nekiriye!

DAIŞ di dagirkirina gundan de jî sînor nas nekiriye!

Di dema êrîşa DAIŞ’ê ya li hemberî Kobanê de gundên hatin talakirin cara yekem hatin dîtin.  Gundê Sêlîm û Koralî yên ku li rojavayê Kobanê cih digire û ji aliyê DAIŞ’ê ve hate dagirkirin, penîrên li malan jî hatin dizîn û çeteyên ku xanî tar û mar kirin, albumên wêneyên gundiyan jî texrîb kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê ku 362 gundên Kobanê talan kirin, cara yekem hatin dîtin. Çeteyên ku berê dema wesayîtên Kobaniyên herêma di bin kontrola Tirkiyeyê de dizîn hatin dîtin vê carê jî  di nûçeyan de hat gotin ku çete gelek gundan bi 5-10 hezar Dolarî difiroşe ereban û her wiha dema êrîşan de gundên Rojava yên Kobanê çawa dagir dikin jî ket ber dîmenan. Di çeteyên ku berê gundê Sêlîn û Koralî dagir kiribûn, heta penîrê gundiyan dizîn û ev jî nîşan dide ku ev çete sazbûnek çawaye. Deriyên xaniyan bi dehan guleyî hatine gulebaran kirin û amûrên mutbexê jî û dolabên cilan yên gundiyan hatine texrîb kirin. Camên xaniyan hatine şikestin, nivîn û cil û berg derxistine derve.

Li gundê Sêlîm hemû xaniyan nisîbê xwe ji talankeriyê girtiye.  Hemû emûrên malan hatine belavkirin, derî hatine gulebarandkirin. Xurek hatine texrîbkirin. Cil û bergên welatiyan hatine dizîn. Heta albumên wan yên wêneyan jî hatine texrîb kirin. Hedefên din yên çeteyan jî amûrên elektîrîkê. Amûrên wekê jeneratorê yê ku fêdeyê didin wna dizîne.

HEMÛ XANÎ HATINE TEXRÎBKIRIN

YPG’ê li dijî çeteyên  çalakî pêk anîn û gund ji çeteyan paqijkirin. YPG’iyan da zanîn çeteyan heman wêrankerî li her gundî kirine û li hemû gundan xanî hatine wêrankirin û dan zanîn ku hemû amûrên bi nirx hatine dizîn.

Nûçe-wêne:Murat Çîftçî-Çagdaş Kaplan-Îbrahîm Polat