DAIŞ bi dîmenên hovîtiyê re perwerdeyê dike!
DAIŞ bi dîmenên hovîtiyê re perwerdeyê dike!
DAIŞ bi dîmenên hovîtiyê re perwerdeyê dike!
Çeteyên DAIŞ'ê, hovîtiya xwe weke materyalên perwerdeyê bikar tîne. Dîmenên li ser çeteyên DAIŞ'ê yên hatin kuştin de derketin holê, ewçend hov in ku bi ti awayî li mirovahiyê nayên.
Hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê, bi dîmenên ji aliyê wan tên weşandin ve, ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê zanîn. Çeteyên DAIŞ'ê ku mirovên li gorî wan 'Ne Misilman in' ser jê dikin, van dîmenên mijara gotinê li nava xwe belav dikin. Li gel gelek çeteyên DAIŞ'ê yên li Kobanê hatin kuştin, flashdîsk hatin peydakirin û di wan de dîmenên hovîtiyê hatin dîtin.
Çeteyên DAIŞ'ê ku bi hovîtiyeke heta niha nehatiye dîtin serê mirovan jê dikin, van dîmenan nîşanî çeteyên beşdarî wan dibin, didin. Di dîmenan de gelek mirovên di heman kêliyê de tên serjekirin hene. Li gel dîmenên hovîtiyê her wiha axaftinên Ebû Bekîr el Bagdadî ku qaşo ev çete ji xwe re weke lîderê olî dibînin, weke materyalên perwerdeyê çete ji xwe re bikar tînin.