Dagirkeriya dewleta Tirk li Parlamenta Swêdê hate nîqaşkirin

Piştî ku parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amineh Kakabaveh hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê xist rojeva Parlamentera Swêdê, mijar hate nîqaşkirin.

Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amineh Kakabaveh, êrîş û hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê xist rojeva Parlamenta Swêdê. Ji Swêdê xwest ku li nava Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê bikeve nava liv û tevgerê ku komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin asteng bike.

Kakabaveh anî ziman, leşkerên Tirk di nava 25 salên dawî gelek caran êrîşî Başûrê Kurdistanê kiriye, bombe li gundên Kurdan barandiye, yekparebûna xaka Iraqê binpê kiriye, bi sedan Kurdên bêguneh kuştiye û bi qasî 140 gund ji holê rakiriye.

Kakabaveh diyar kir, helwesta Tirkiyeyê ya li Başûrê Kurdistanê mîna ya li Efrînê li dijî hiqûqa navneteweyî ye û ji Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom pirsî ku ji bo vekişîna leşkerên Tirk û bidawîkirina bombekirina Başûrê Kurdistanê difikire ku li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê bikeve nava hewldanan an na.

WALLSTROM: DIVÊ 26 WELAT DAXUYANIYEKE HEVPAR BIWEŞÎNIN

Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom diyar kir ku ew pirsgirêkê timî li parlamentê nîqaş dikin û got, ji bo dawî li êrîşên Tirkiyeyê bê anîn wê hîn bi bandor be ku 26 welatên endmên Yekîtiya Ewropayê daxuyaniyeke hevpar biweşînin. Wallstrom diyar kir, ne tenê pirsgirêka Kurd rewşa li Tirkiyeyê bi pirsgirêk e.

Anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd Swêd alîgirê wê yekê ye ku veger li hevdîtinên aştiyê bê kirin.

'TIRKIYE SIVÎLAN DIKUJE'

Kakabaveh piştî nîqaşa li parlamentê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, îdîaya Tirkiyeyê ku dibêje 'ew bombeyan li PKK'ê dibarîne' derew e, ji bo xapandina dinyayê ye û got, "Li gundên ku tên bombekirin PKK'î nînin. Tirkiye bombeyan li Kurdên li wê derê dibarîne. Gundan, zeviyan dişewitîne. Dixwaze Kurdan bitirsîne û ji herêmê dûr bixîne. Armanca Tirkiyeyê ji ya Saddam ne cudatir e. Dixwaze li herêmê paqijiya etnîkî bike û Kurdan ji cih û warê wan derxîne."

Kakabaveh her wiha nerazîbûn nîşanî Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê da ku li hemberî êrîş û bomberdûmanê bêdeng e. Kakabaveh diyar kir, Barzanî ji bo firotina petrolê li pêşberî bomberdûmana Tirkiyeyê bêdeng e û helwesta Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê rexne kir.

Kakabaveh destnîşan kir ku divê dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk bên rawestandin û diyar kir, berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî ye ku li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê derkeve.

KASIRGA: SWÊD DIXWAZE BOMBERDÛMAN RAWESTE

Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat Kadîr Kasirga jî anî ziman ku dijberiya Margot Wallstrom a li bomberdûmana Tirkiyeyê, her wiha gotina wê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêya hevdîtinan, rewşeke erênî ye.

Kasirga diyar kir, hikumeta Swêdê bi rêya Yekîtiya Ewropayê xwestiye ku bomberdûman bê rawestandin û hurmet ji hiqûqa navneteweyî re bê nîşandan.