Dadgeha Tirk 6 sal ceza li Hevşaredar Fatma Arşîmed birî

Dadgeha Tirk 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredara DBP'ê Fatma Arşîmed birî.

Dadgeha Tirk a Antalyayê bi îdiaya ku “endama rêxistinê ye” 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredara Peyasê ya berê Fatma Arşîmed birî. 
 
Danişîna  doza Hevşaredara Peyasê ya DBP’ê ya berê Fatma Arşîmed duh  li Dadgeha Cezayê Giran a 10'an a Antalyayê çêbû. Arşîmed li danişîna dozê hazir bû. Dozgerê Tirk bi hinceta ku 'endama rêxistinê ye' xwest Arşîmed  were cezakirin. Arşîmed li dadgehê axivî û got xebatên ku wê kirine xebatên bi çarçoweya partiya siyasî ne
 
Şandeya dadgehê Arşîmed qebûl nekir û li ser daxwaza dozger bi îdiaya “endama rêxistinê ye” 6 sal û 3 meh ceza li Arşîmed birî.