Dadgeha ku mafê parastinê bi sînor dike, niyeta baş nîşan daye!
Dadgeha ku mafê parastinê bi sînor dike, niyeta baş nîşan daye!
Dadgeha ku mafê parastinê bi sînor dike, niyeta baş nîşan daye!
Di doza ku 46 rojnameger tên darizandin de serokê dadgehê Alî Alçik, zêdekirina dema parastina rojnamegeran a ji 10 deqeyan derxist 30 deqeyî wek lutufekî pêşkêş kir û got ev ‘nîşaneya niyeta baş e’. Parêzeran da zanîn ku dema mafê parastinê nayê kêm kirin û biryara navberê xweset.
8’emîn danişîna Doza ‘Komîteya çapemeniyê ya KCK’ê’ ku tê de 20 jê girtî 46 rojnameger tên dariznadin li 15’emîn Dadgeha Cezaya Giran dest pê kir. 5 rojnamegerên ne girtî û 19 rojnamegerên girtî tevli danişînê bûn. Serokê dadgehê Alî Alçik, piştî tespîta nasnameyan, di runiştina duyemîn de biryara xwe ya der barê dema mafê parastinê ya 10 deqiyayan, aşkera kir. Alçik îdia kir ku ji destpêka dozê heta niha hukmên usulê li gorî başiya rojnamegerên girtî bikaranîne û her wiha îdia kir ku parêzerên wan pêkanîna hukmên usulê fêm nekirine. Alçik wiha got: “Ji bo bersucên ku navê wan ji berê de diyaran dê nîv saetê mafê parastinê bê dayîn. Ev nîşaneya niyeta me ya baş e. Ji bo hinekan dê bi hevkariya wergervanan nîv saet mafê parastinê bê dayîn.
Piştî vê parêzer Sînan Zîncîr berkten nîşanê sînorkirina dema parastina muvekîlan da û got: “Muvekîlekî min dibe 5 deqeyan yên din dibe 40 deqeyî bike. ne hun dikarin vê sînor bikin ne jî ez. Rayeyek me ya wisa nîne. Em bi hemû niyeta xwe ya baş dixwazin ev dadgeh bi rêve biçe. Em ji bo vê daxwaza xwe biryara navberê dixwazin.” Parêzerekî din jî mafê axaftinê xwest lê serokê dadgehê Alî Alçik got: “Hun her tim di heman mijarê de diaxivin. Her tim îtîraz dikin. Em li vir darizandinê dikin, ne tiştekî din.” Parêzeran bertek nîşanê vê da û heyeta dadgehê saetek navber da danişînê.
Piştî navbera hat dayîn, tê payîn ku danişîn bi parastina kesên ne girtî bidome.