Dadgeha Elmanyayê 3 sal û 3 meh ceza da Mûhlîs Kaya!

Ji bo siyasetmedarê Kurd Mûhlîs Kaya ê ku ev 8 meh bû doza wî li Dadgeha Cezayê Bilind ê Eyaleta Stûttgartê dom dikir, 3 sal û 3 meh ceza lê hate birîn. Bi vî rengî di demê dawî de dadgeha Elman hejmara siyasetmedarên ku ceza lê birîne gihişte 9’an.

Li Elmanyayê bi hinceta destûra di raya giştî de weke “129b” tê nasî û çarçoveya “rêxstinstên biyanî”ya destûra bingehîn a Elmanyayê, rûniştina doza siyasetmedarê Kurd Mûhlîs Kaya li dadgeha bajarê Stûttgar hate pêkanîn, bi encam bû.

Kaya yê ku ji 16’ê Sibata 2016’an ve li girtîgeyê ye, dadgehê îro li ser daxwaza dozgeriyê 3 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî. Kaya yê ku ji ber destûra ku tê darezandin rê nehat dayîn ku ji kêmkirina ceza sûd werbirgire, enceq heta Hezîrana 2019’an bê berdan.

KAYA: LI SER PIŞTGIRIYA ELMANYA HÊ ZÊDETIR ZILIM LI KURDAN TÊ KIRIN

Mûhlîs Kaya dawiya hefteya bihurî bi Kurdî parastina xwe kiribû. Kaya bal kişand ku mafê gelê Kurd tê îxlalkirin, hikûmeta Elmanya û dadgeha wê li gel dewleta Tirk di nava hevkariyê de ne.

Kaya wiha gotibû: “Qetlîamên dewleta Tirk a li ser Kurdan dide kirin, tim Elmanya ji nedîtî ve hat, xwe lê nebihîstî kir. Bi piştgiriya çekan a Elmanya ya ji bo Tirkiyeyê zilim û zextên li ser gelê Kurd zêde bûne. Eger heta niha Elmanya piştgiriya çek û siyasî nedaba Tirkiyeyê, ewqas qirkirina siyasî û qetlîaman pêk pêk nedihat.”

Dadgeha Eyaleta Stûttgart, di rûniştina meha Gulanê ya bihurî de, daxwaza parastina Prof. Dr. Nomna Paech a têkildarî têkoşîna azadiyê ya Kurd û Kurdistanê bi awayekî zindî li dadgehê bê kirin, red kir.

Dozgeriyê di derbarê Kaya de daxwaza cezayê 3 sal û 9 mehan kiribû. Dozgerê ku diyar kir ku darezandin ji polîtîkayay navxweyî û derve serbixwe ye ev îdîa kiribû: “Ti armanca me nîne ku em alîkariya Tirkiyeyê bikin. PKK li Ewropayê rêxistinekî qedexe ye, li gorî dane û delîlên di destê me de me biryar daye.”

11 SIYASETMEDARÊN KURD GIRTÎ NE

Di nava salên dawî de 11 siyasetmedar û aktivîstên Kurd ên li Elmanya girtî yên weke Bedertîn Kavak, Mehemt Demîr, Mûstefa Çelîk, Kenan Baştû, Alî Ozel, Ahemt Çelîk û Alî Hidir Dogan cezayê girtîgehê ji 2 salan heta 3 sal û 5 mehan lê hatine birîn. Ji derveyî Mûhlîs Kaya doza Zekî ERoglû jî li Hambûrgê dewam dike.

Dozgeriyê ji bo siyasetmedarê Kurd Zezkî Eroglû yê ku dawiya hefteya bihurî parastin kiribû 3 sal û 3 meh ceza xwestibû. Dadgeha Hambûrgê wê biryara têkildarî Eroglû wê 21’ê Tîrmehê eşkere bike.

Her wiha tê payîn ku doza siyasetmedarê Kurd Hidir Yildirim ê ku ji aliyê Dadgaha Herêmî ya Berlîn 11’ê Cotmeha 2016’an di derbarê wî de biryara girtinê dawî di meha Îlonê ya li pêşiya me bê pêkanîn.

Di vê navberê de hemû serlêdanên ji bo betalkirina lêpirsîna Wezareta Edaletê ya Elmanyayê ku destûra “antî teror” a yasaya 129b tê nasîn, bê encam hatine hiştin. Ji ber vê parêzerên siyasetmedarên Kurd serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal dabûn. Hê biryara dadgeha Federal nehatiye eşkerekirin.