Dadgeha Elman li dijî siyasetmedarên Kurd hê jî li ser kar e!

Dadgeha Cezayê Giran a Hambûrgê 2 sal û 9 meh ceza da siyasetmedarê Kurd Zekî Eroglu ku ji meha Çele ve dihate darizandin.

Di van demên dawî de li gel ragêşiya bi rejîma Erdogan re û pêkirinên ku hikûmeta Merkel ragihandî jî Elmanya bi israr siyaseta xwe ya li bara Kurdan naguherîne. Heftiya bihurî 3 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Stûttgartê li siyasetmedarê Kurd Muhlîs Kaya hate birîn vê carê jî li Hambûrgê dadgehê biryaeke hevşib da.

Bi daxwaza hikûmeta Elman piştî ku Nîsana 2016’an li Stockholm a Swêd hatî girtin û dane Elmanya doza Zekî Eroglu ji Çile ve didomiya.

Doza li ser siyasetmedarê Kurd Eroglu biencam bû.

EROGLU BI DIRÛŞMEYAN BIRYAR PÊŞWAZÎ KIR

Dozgeriyê ji bo Eroglu 3 sal û 3 meh ceza xwest lê dadgehê 2 sal û 9 meh ceza dayê. Bi vî rengî di van salên dawî de dadgehên Elman ev bû cara dehan ku cezayê dide siyasetmedarên Kurd. Dadgehê destûr neda ku Eroglu ji yasaya ku jê dihate darizandin ji cezayê kêm sûd werbigire, lijneya dadgehê bi dijwarî karîbû ji bo biryarê palpiştê bibîne.

Siyasetmedarê Kurd Zekî Eroglu jî bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ biryar pêşwazî kir. Heftiya bihurî ji bo cara dawî parastina Eroglu hatibû standin, Eroglu gotibû bi qasî dewleta Tirk ên ku li dijî kirinên dewleta Tirk ên li Kurdistanê bêdeng dibînin jî sûcdar in. Eroglu diyar kir ku dewleta Tirk ji roja ku ava bûye heta niha tim li ser Kurdan polîtîkaya komkujiyê serwer kiriye û got, ‘’li dijî komkujiyê berxwedana Kurdan meşrû ye’’.

11 SIYASETMEDARÊN KURD GIRTÎ NE

Van salên dawî ji 11 siyasetmedarên Kurd ên li Elmanya hatin girtin Bedrettîn Kavak, Mehmet Demîr, Mustafa Çelîk, Kenan Başta, Alî Ozel, Ahmet Çelîk, Alî Hidir Dogan û Muhlîs Kaya her yekê di navbera 2 sal û 3,5 salan de ceza xwarin.

Her wiha doza siyasetmedarê Kurd Hidir Yildirim jî wê Îlonê dest pê bike. Yildirim 11’ê Cotmehê 2016’an ji hêla Dadgeha Herêmî ya Berlînê ve hate girtin.