Ciwanan li Hannoverê dest bi greva birçîbûnê kir
Ciwanan li Hannoverê dest bi greva birçîbûnê kir
Ciwanan li Hannoverê dest bi greva birçîbûnê kir
Ciwanên Kurd li bajarê Almanya Hannoverê bi armanca piştgiri ya ji bo berxwedana Kobanê ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Li Mannheimê çalakiya rûniştinê û li Karlsruheyê jî çalakiya konvedanê hatin lidarxistin.
HANNOVER
Ciwanên Kurd li bajarê Hannoverê yê Almanyayê bi armanca balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin.
Ciwanên Kurd li qada Steintor ko duh êvarê ve dest bi çalakiya konvedanê kiribûn, ji raya giştî ya Alman xwestin li hem berî Kobanê bihîstyar bin.
Çalakiya ciwanan li rastî eleqeyek mezin a Kurdan û dostên Kurdan tê. Kurdistaniyên ku îro ji Celle, Lehrte, Burgdorf, Hameln û Walsrode yê hatin piştgirî dan çalakiya ciwanan. Tê payin ku greva biçîbûnê sê rojan berdewam bike.
MANNHEIM
Li bajarê Mannheîmê yê Almayayê jî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Ludwigshafen û Yekitiya Hêza Demokratîk li Abendakademieyê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin. Çalakiya ku saet di 14.00 de dest pê kir, dê heta derengiya şevê bidome.
Di çarçoveya çalakiyê de belavok têne belavkirin û dosyayek derbarê rewşa Kobanê de pêşkêşî televîzyona Rhein Neckar hate kirin.
Tê payin ku çalakiya rûniştinê ji saet 16.00 û şûn de vegihere mitîngê.
LI KARLSRUHEYÊ STAND
Li bajarê Almanya Karlsruheyê jî ji bo xwedîderketina li Kobanê kon hate vedan. Kon bi hevkariya Navenda Civaka Kurd a Karlsruhe û, sazî û rêxistinên çep ên weke DIDF, MLP-D û IL- Interventionistische Linke tê lidarxistin û pankartên weke “Piştgiriya bi Rojava re” û “Em komkujiyên li Kobanê şermezar dikin” hatin hildan.
Yûsûf Gectan li ser navê Navenda Civaka Kurd axaftinek kir û banga xwedîderketina li berxwedana Kobanê kir. Gectan bi bîr xist ku Kurd bi komkujiyeke din re rû bi rû ne û bêdengiya Ewropayê şermezar kir.
Nivîskarê Kurd Siyamend Sîpan Ugurlu jî axaftinek kir û da zanîn ku çarenûsa Kobanê û gelê Kurd bi hev ve girêdayî ne.
Sazî û rêxistinên çep jî di çalakiyê de daxuyanî dan û êrîşên li ser Kobanê şermezar kirin.