Ciwanan konvoya leşkerî dan ber keviran
Ciwanan konvoya leşkerî dan ber keviran
Ciwanan konvoya leşkerî dan ber keviran
Ji ber konvoya leşkerî ya di ser Şemzînanê derbasî nava Geverê bû, careke din bûyer qewimîn.
Konvoya ji dehan maşînên zirxî yên artêşa Tirk, ku ji Şemzînanê diçû ser sînorê Başûrê Kurdistanê, li Geverê bû sedema rûdana pevçûnan. Piştî ku konvoya ji dehan maşînên zirxî hat Kolana Cengîz Topel, bi TOMA'yan ava şid û fîşekên plastîk li gel hat reşandin. Girseya gel, ku bi giranî ciwan bû, nerazîbûn nîşan da û konvoya leşkerî da ber keviran.
Polîsên ku Kolana Cengîz Topel dorpêç kiribûn, di encama berxwedana ciwanan de neçar man vekişin. Pevçûnên ku tîmên taybet jî tê de hebûn, bi giranî li xaçerêya girtîgeha berê û kolanên derdorê qewimîn. Polîsan bi zorê û êrîşa bi ava şid, dikanên li derdorê girtin.
Kesekî ji ber bombeyên gazê yên polîsan bêhsa wî çikiya, bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Bûyerên li navçeyê dewam dikin.