Ciwanan ji bo protestokirinê tramvay dagir kirin
8 ciwanên ku qetlîamên li Kurdistanê protesto dikirin, tramvaya li Tunelê dagir kirin. Polîsan xwendekar binçav kirin.
8 ciwanên ku qetlîamên li Kurdistanê protesto dikirin, tramvaya li Tunelê dagir kirin. Polîsan xwendekar binçav kirin.
8 ciwanên endamê HDP, HDK’ê ji bo terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê protesto bikin li Tunel a Stenbolê tramvay dagir kirin. Xwendekaran li ser camên tramvayê, pankartên “Bê deng nemîne”, “Tahîr Elçî Nemir e”, “Yê Ji We Bitirse Bila Ji We nemerdtir be” daliqandin. Ciwanan ji Tunelê heta Mizgefta Ag ji rêwiyan re bi megafonê behsa terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê kirin. Ciwanan qîr kirin ku “Heta li Kurdistanê şer hebe, li Stenbolê aştî çênabe.” Gelê di tramvayê de bi tilîlî û çepikan piştgirî dan çalakiyê.
Ciwanan dirûşmên, “Bijî Berxwedana Silopiya” berz kirin.
Polîsan hatin jî bi derpkirinê ve xwendekar binçav kirin. Ji bo 8 ciwanan 3 otobus polîs hatin. Gel li hember şîdeta li dijî ciwanan bertek nîşan da.
Bi mertalan nehiştin rojnamevan dîmenan bigirin, bend li pêşiya gel hate danîn.
Nayê zanîn ku bê ka ciwan birine ku derê.