Ciwan li dijî qedexeyan meşiyan
Li Elmanyayê bajarên Ludwîgshafen/Mannheîmê, ciwanên Kurd û yên enternasyonalîst li dijî qedexeyan meşek lidar xistin.
Li Elmanyayê bajarên Ludwîgshafen/Mannheîmê, ciwanên Kurd û yên enternasyonalîst li dijî qedexeyan meşek lidar xistin.
Li Elmanyayê bajarê Ludwîgshafen/Mannheîmê, ciwanên Kurd û yên enternasyonalîst rexmê hemû astengiyên polîsan jî li dijî qedexeyan meşek lidar xistin.
Polîsên Elmanyayê, meşa ciwanan a demokratîk bi hincetên cuda ve xwestin asteng bikin, ji ber vê berya rojekê meş qedexe kiribûn. Çalakvanan qedexe nasnekirin, bi şîara ‘ Terora dewletê rawestînin, qedexeya li ser PKK’ê rakin’ meşek lidar xistin.
BERXWEDANA GIREVA BIRÇÎBÛNÊ HATE SILAVKIRIN
Di çalakiyê de ciwanan bal kişandin ser greva birçîbûna li girtigehên Tirkiyeyê, ciwanan bi dûrişmên ‘Bijî berxwedana zîndanan’, ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin û berxwedan li dijî faşîzmê silav kirin. Tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
QEDEXEYA ALÊN SAZIYÊN KURDAN HATE PROTESTOKIRIN
Ciwana pankarta ‘Qedexeyên we me eleqedar nake’ vekirin û polîtîkayên dewletên Ewropayê yên çewt protesto kirin, qedexeya alên saziyên Kurda şermezar kirin. Ciwanan posterê Ocalan û alên ku hatibûn qedexekirin bilind kirin. Meş nêzê 30 deqeyan dewam kir,bi dirûşman ve dawî bû.