Chomsky: Tirkiye li dijî YPG'ê xeteke alîkariyê ji DAIŞ'ê re ava kiriye

Fîlozofê DYA'yî Noam Chomsky di panela li Massachussetts Institute of Technology a Bostonê ya bi serenavê "Li Tirkiye û Rojhilata Navîn çi diqewime?" axivî.

Chomsky da xuyakirin, hêza bingehîn a li hemberî DAIŞ û cîhadiyan derdikeve Kurd in û der barê helwesta Tirkiyeyê ya li pêşberî vê rewşê de got, "Tirkiye di nava sînorên xwe de herêmeke xweser a Kurd naxwaze. Lewma li dijî YPG a girîngtirîn hêza li dijî cîhadiyan şer dike, xeteke alîkariyê ji bo DAIŞ'ê ava kiriye. Kirîn û firotina petrolê jî yek ji vê ye. Her wiha El Nûsra jî ji ber ku mîna DAIŞ'ê 'terorîst' tê dîtin, li derveyî danûstandinên navneteweyî ye. Ev yek jî dibe sedem ku ji Erebîstana Siûdî û Qatarê bi awayekî sergirtî destekê bigirin. Trajediya li Sûriyeyê bi vî rengî her mezin dibe."

Chomsky bazara Erdogan li ser mijara peneran li hemberî Yekîtiya Ewropayê dike nirxand û anî ziman ku ev yek qerteke xurt e di destê Erdogan de. Chomsky da xuyakirin, ku polîtîkaya neserketî ya Ewropa di mijara krîza penaberan de dimeşîne, ji aliyê Erdogan ve ji bo berjewendiyên xwe tê bikaranîn.