ÇGD’ê "Rapora Çapemeniyê” aşkera kir

Komeleya Rojnamegerên Hemdem di "Rapora Çapemeniyê" ya 3 mehan de bal kişand li ser sansur, qedexe, pêkûtî, binçavkirin û girtinên li dijî çapemeniyê û tespîta "êdî saziyên çapemeniyê bi zora polîs û çekan tên desteserkirin" hate kirin.

Komeleya Rojnamegerên Hemdem di "Rapora Çapemeniyê" ya 3 mehan de bal kişand li ser sansur, qedexe, pêkûtî, binçavkirin û girtinên li dijî çapemeniyê û tespîta "êdî saziyên çapemeniyê bi zora polîs û çekan tên desteserkirin" hate kirin.

Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) li Yekîtiya Mulkiyeyiyan "Rapora Çapemeniyê" ya 3 mehan aşkera kir. Beriya daxuyaniyê Serokê Giştî yê ÇGD'ê Ahmet Abakay axivî, gotinên Serokkomar Tayyîp Erdogan ên "Heke çapemenî ne azad be dikarin weşanên bi vî rengî bikin? Heke ez dîktator bim ma ev dikarin weşanên wisa bikin" bi bîr xist û wiha axivî: "Serokkomar yekem car e ku dars diaxive. Êdî bi zora çekê saziyên çapemeniyê tên desteserkirin. Bi vî rengî dîktatorî qebûl kiriye."

'AKP TIRKIYEYÊ BER BI ŞER VE DIBE'

Alîkara Serokê ÇGD'ê yê Şaxa Enqereyê Yildiz Yazicioglu jî diyar kir ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê encameke ku teşe bide pêşeroja Tirkiyeyê derxist holê û wiha got: "Jiyana Rojhilata Navîn a ku desthilatdriya  AKP'ê me dixe navê, welatê me jî xist hundirê nexşeriya rêxistinên terorê yên Îslamî. Îdîaya ku bi TIR'an ve çek birine rêxistina terorê ya Îslamî nehatiye pûçkirin êrîşê îradeya jiyanê ya li welatê me kiriye û 102 mirovên me hatin windakirin. Piştî vî qetlîamê tiştên ku di çapemeniyê de hate jiyîn di rapora meya bê de wê bê destgirtin."

Yazicioglu destnîşan kir ku li Tirkiyeyê piranî çapemenî wekî amûrê asîmilasyonê ya desthilatdariyê tê bikaranîn û wekî ku partiya desthilatdariyê çalakiyên kolanan rêxistin dike.

Yazicioglu diyar kir ku malperên nûçe û rojnameyan tên gritin û bi vî rengî welat tê xwestin bê bêdengkirin û wiha got: "Tirkiye dibe welatekî ku azadiya çapemeniyê tê tinekirin, beşek ji çapemeniyê tê bêdengkirin beşek ji wan jî dikin tetîkeş û hin rojnameger jî tên çewisandin. Wisa ku te xwestin ku rojnagere bi mirinê re rû bi rû bimînin û fêrî vê bikin. Em wekî ÇGD dibêjin ku tişteke ku neyînê bê serê rojnamegeran wê desthilatdarî berpirsyar be."

Rojnameger hatin girtin û qedexeyên çapemeniyê berdewam kir

Di rapora ÎHD'ê de binpêkirin wiha hatin rêzkirin:

* Ji aliyê RTUK'ê ve pereyê ceza dan gelek saziyên çapemeniyê. Nûçegihanên DÎHA'yê hatin binçavkirin.

* Rojnameger ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin tehdîdkirin.

* Der barê gelek rojnamgeran de bi hinceta ku heqaret li serokwezîr û serokkomar kirine doz hatin vekirin. Der barê 18 rojnamegerên ku wêneyê dozger Mehmet Kîraz ê hate kuştin beriya bê kuştin hatine kişandin weşandina bi hinceta "propagandaya rêxistinê kirine" doz hate vekirin. Li Nisêbînê rojnameger rastî êrîşa tîmên taybet hatin.

* Dîmenên qetlîama Pirsûsê, dîmenên polîs û leşkerên ku di pevçûnan de jiyana xwe jina xwe ji dest dane hatin qedexekirin.

* Polîsan çûyîna rojnamegeran a li Farqînê asteng kirin. Rojnamegerên biyanî hatin binçavkirin. Rojnamegera Holandayê (Frederike Hanneke Geerdink) ewil hate binçavkirin û piştre jî hate dersînorkirin.

* Çapemeniya hewzê nûçeyên manîplasyonê weşandin.

* Polîtîkaya weşanê ya koma Sabah -ATV bi teknîkên fotomontajê nûçeyên manîplasyonê çêkirin.

* Rojnameyên wekî Takvîm, Guneş, Akşam, Yenî Akît, Star û Sabah ên çapemeniya hewzê siyasetmedar, rojnamger û karsazan hedef nîşan didin.

* Rojnameger ji kar hatin derxistin.