Cezayê girtîgehê li rojnamevan Aygul hate birîn

17’ê Hezîrana 2023’yan AKP’yiyan êrîşî rojnamevan Sînan Aygul kiribûn. Bi hinceta ku Aygul heqaret li êrîşkaran kiriye, cezayê girtîgehê lê hate birîn.

17’ê Hezîrana 2023’yan li navçeya Tetwan a Bedlîsê parêzvanê polîs Engîn Kaplan ku di heman demê de xizmê Serokê Şaredariya Tetwanê Mehmet Emîn Geylanî ye û parêzvanê sporvanê boksê Yucel Baysal êrîşî Serokê Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê Sînan Aygul kiribûn. Bi îdîaya ku Sînan Aygul piştî êrîşê heqaret li Yucel Baysalê êrîşkar kiriye, doz derbarê Aygul de hatibû vekirin.

Di Dadgeha Cezayê Asliye ya 1’emîn a Tetwanê de doz hat dîtin û 2 meh û 5 roj cezayê girtîgehê li rojnamevan Aygul hate birîn.

Rojnamevan Aygul got ku ew beriya êrîkaran cezayê distîne û got: “Ji ber ku min berjwendiyên gel û civakê parast, êrîşî min kirin. Ez ne mirim, ji ber ku ez ji mirinê vegeriyam ez ê bikevim girtîgehê.”

Li aliyê din rûniştina duyemîn a dozê ku êrîşkar bêyî girtin lê tên darizandin, wê 25’ê Çileyê di saet 15.00’an de li Dadgeha Cezayê Asliye ya 2’yemîn a Tetwanê bê dîtin.