Cezayê darvekirinê yê li Îranê li bajarê Malmo hate şermezarkirin
Kurdistaniyan tevî dostên xwe li bajarê Malmo yê Swêdê çalakiyek kirin û cezayê darvekirinê yê li Îranê protesto kirin.
Kurdistaniyan tevî dostên xwe li bajarê Malmo yê Swêdê çalakiyek kirin û cezayê darvekirinê yê li Îranê protesto kirin.
Di çalkaiyê de 5 şoreşgerên 9'ê Gulana 2010'an ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin; Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Medî Îslamiyan û Şîrîm Elemhûlî hatin bîranîn.
Bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Malmo li qada çalakiyê axaftin hate kirin. Qiseker bal kişand ser rewşa girtiyê Kurd ê 24 salî Ramîn Hosseîn Panahî ku ji Hezîrana par û vir ve li Girtîgeha Sineyê ye û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.
Ji bo cezayê darvekirinê yê li Panahî hatiye birîn bê rakirin û hemû girtiyên siyasî werin berdan, bang li hikumeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê hate kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.
Di çalakiyê de li dijî rejîma Îranê dirûşm hatin qîrîn û daxwaza rawestandina darvekirinan hate kirin.