Cezayê 10 salan ê Tugluk hate pejirandin
Daraza Tirk 10 sal cezayê ku li siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk hatibû birîn pejirand.
Daraza Tirk 10 sal cezayê ku li siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk hatibû birîn pejirand.
Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ku demekê Hevseroktia KCD'ê kiribû û di Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bi berpirsyariya Alîkariya Hevseroktiya Giştî ya ji Hiqûq û Mafê Mirovan rabûbû, 28'ê Kanûna 2016'an hatibû girtin. Dadgeha Tirk 16'ê Adara 2018'an bi îdîaya ''endama rêxistinê ye'' 10 sal ceza li Tugluk birî bû.
Piştî ku Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqerê daxwaza temyizê qebûl nekiribû û cezayê dadgeha xwecih pejirandibû doz çû Daraza Bilind. Daraza Bilind a Tirk 10 sal cezayê ku li Tugluk hatibû birîn, pejirand.