Çeteyên xwestin êrîşî korîdorê bikin rastî bersiva YPG’ê hatin

Çeteyên xwestin êrîşî korîdorê bikin rastî bersiva YPG’ê hatin

Çeteyên DAIŞ’ê bi armanca korîdora di navbera Rojava û Şengalê de bigirin, hewl didin êrîşî korîdorê bikin, rastî bersiva YPG’ê hatin.

Li gorî agahiyên ku ji bajaroka Rebîa hatine wergirtin, çeteyên DAIŞ’ê bi armanca korîdora di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şengalê de bigirin, ji duh danê êvarê ve hewl didin êrîşî korîdorê bikin, rastî bersiva şervanên YPG’ê hatin. Di encamê de şer û pevçûnê dijwar li gelek deverên di navber bajaroka Rebîa û korîdorê de di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de rû didin. Der barê encamên şer de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Şer û pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û çeteyan de hê jî berdewamin.