Çeteyên DAIŞ li Stenbolê tên şermezarkirin

Çeteyên DAIŞ li Stenbolê tên şermezarkirin

Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ girseya ku li Tunelê kom bû û xwest bimeşe rastî astengiya polîsan hat. Girse bi dirûşmayan helwesta polîsan şermezar dike.

Girseya dixwaze ji Tunelê ber bi Galatasarayê bimeşe rastî astengiya polîsan tê. Girse bi dirûşmên, “Ji piştgiriya ji DAIŞ re bes e”, “Bila ji Kobanê re korîdora alîkariyê bê vekirin”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî” helwesta polîsan şermezar dike.

Piştevaniya Kobanê ya Stenbolê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ û piştgiriya dewleta Tirk a ji çeteyan re bi meşa ji Tunelê heta Qada Galatasay şermezar dike. Girseya ku li tunelê kom bûye, rastî astengiya polîsan tê.

Girse bi dirûşman, desteka dewleta Tirk a ji çeteyan re şermezar dike û israra xwe ya di çalakiyê de didomîne.