Çeteyan dîsa êrîşî wesayîtên Kobaniyan kirin
Çeteyan dîsa êrîşî wesayîtên Kobaniyan kirin
Çeteyan dîsa êrîşî wesayîtên Kobaniyan kirin
Çeteyên DAIŞ'ê dîsa êrîşî wesayîtê Kobaniyan ên li herêma navberê ya li nêzî gundê Pirsûs Siwêdê kirin, ku herêm di bin kontrola leşkerên Tirkiyeyê de ye. Piştî ku gundiyan nerazîbûn nîşan dan, leşkeran gule berdan.
Kobaniyên ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê reviyan, wesayîtên xwe li herêma navberê ya mayinkirî ya di navbera gundên Zorava yê Kobanê û Siwêdê yê Pirsûsê de ye. 5 çeteyên DAIŞ'ê yên ketin herêma di bin kontrola leşkerên Tirkiyeyê de ye, qemyoneteke Kobaniyan şewitandin. Gundiyên Siwêdê yên êrîş dîtin, li dora Qereqola Jendermeyan a Karaca kom bûn û leşkerên ku li şewitandina wesayîtan temaşe dikirin, şermezar kirin.
LEŞKER GULE BERDA
Li ser vê yekê, leşkeran destpêkê hişyarî dan çeteyan û dûre ji maşîna zirxî ya leşkerî gule berdan. Çeteyên herêma mayinkirî ya di bin kontrola leşkeran de bikar anîn û ji cihê bûyerê çûn, li ser rê deriyên qemyoneteke din a Kobaniyan şikandin û ber bi gundê Zorava reviyan. Sekna gundiyan a li derdora Qereqola Jendermeyan a Karaca dewam dike.
Hêjayî gotinê ye pêr jî çeteyan li herêma navberê ya li pêşberî gundê Sêlim ê Kobanê, gelek wesayîtên Kobaniyan şewitandibûn.