'Çete ketin nava sînorê Tirkiyeyê, leşkeran tiştek nekirin'
'Çete ketin nava sînorê Tirkiyeyê, leşkeran tiştek nekirin'
'Çete ketin nava sînorê Tirkiyeyê, leşkeran tiştek nekirin'
Şahidê bûyerê Salîh Şahîn ê dît, ku çeteyên DAIŞ'ê bi wesayîta bombebarkirî ji nav sînorên Tirkiyeyê derbasî Kobanê bûne û êrîş kirine anî ziman, ku 18 çete ketine nava sînorê Tirkiyeyê, baş dîtiye ku 10 ji van çeteyan ketine hundirê TMO û leşkeran jî tiştek nekirine.
Der barê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê, ku ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê bi wesayîtên bombarkirî pêk anîn, Waliyê Rihayê di axaftina bi Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan de piştrast kir ku wesayîtên çeteyan di nava Tirkiyeyê de ne. Lê belê dûre Navenda Çapemeniyê ya Serokwezaretiyê Şaxê Pirsûsê, hebûna çeteyan a li nava Tirkiyeyê derewand. Şahidên bûyerê yên li herêma di navbera gundên Etmanek a biçûk û mezin de êrîş ji nêz ve dîtin, pişrast kirin ku çeteyan ji nava sînorên Tirkiyeyê êrîşî Kobanê kirine û leşkerên Tirk jî ti destwerdan li wan nekirine.
Salîh Şahîn ê li gundê Mehserê dijî da xuyakirin, ku duh danê sibê piştî dîtiye li eniya rojhilat a Kobanê pevçûnên dijwar qewimiye ew çûye Etmanekê û tiştên dît bi vî rengî anî ziman: "Dema diçûm Etmanekê min bi dûrbînê lê tmaşe kir; du tank hebûn û yekser li derî didan. Ji bilî vê, li cihekî 600 metre dûrî min, ku bi dûrbînê xwe dihat dîtin, 18 çeteyên DAIŞ'ê xuya dikirin. Hema bêje 50 metre dûrî cihê mayinkirî yê sînor bûn. Ew herêm a Tirkiyeyê bû, lê ji xwe mayîn lê tinebû. Dûre yekser çûn depoyên genim ên TMO. Dema hinekî din bi pêş ve çûn, 8 kes li pira li derdora şiba trenê man û 10 kes jî derbasî qada TMO bûn. Saet derdora 07:30 - 08:00 de DAIŞ li sînroê Tirkiyeyê bû, leşkeran ew der didîtin lê bi ti awayî dest li wan wernedan. Ew jî bi awayê yek rêzê ber bi derî ve çûn."
'DEMA DAIŞ BE DESTWERDAN NÎNE'
Şahîn diyar kir ku leşkeran xweş çete didîtin û got, "Eger di navbera min û DAIŞ de 600 metre hebû û mi ew baş didît, hingî leşkeran xweştir ew didîtin. Ji ber ku ew bêhtir nêzî wan bûn. Maşîna zirxî ya DAIŞ'ê hebû û di navbera wan û leşkeran de herî zêde 400 metre hebûn." Şahîn da zanîn ku wî têkiliya leşkeran û DAIŞ'ê beriya niha jî dîtiye û got, "Berî sê rojan em li gundê Zehvanê bûn. DAIŞ hat. Ji wesayîtên li wir ya bi dilê xwe dineqand û dibir. Ji sînor derbas dibû. Di navbera wan û leşkeran de 50-60 metre dima, lê leşkeran tiştek nedikirin. Dema DAIŞ be, dest lê nayê werdan."
'LEŞKER DEST LÊ WERNEDAN'
Keyayê gundê Mehserê Abdûrrahman Dûrsûn ê di dema êrîşê de li gundê Etmanekê bû got, "Dengê teqînê hat. Dema em ji malê derdiketin derve, tank dişewitî. Ji rêyên hesinî 2 kes ber bi Tirkiyeyê ve direviyan. Dema şiba trênê derbas kirin, xwe li erdê dirêj kirin û bi qasî nîv saetê li wir man. Piştre ber bi TMO ve reviyan. Berî bigihêjin wê pirê dengê balafiran hat û bi vî rengî re yekser xwe li erdê dirêj kirin. Çeteyên DAIŞ'ê bûn, ji ber ku ji bilî wan kes li wir tinebûn. Çima dema dengê balafiran bibihîze xwe li erdê dirêj dikin? Min nedît ku leşkeran tiştek kirin."