Cenazeyê şervanê YPG'ê Mêrxas spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG'ê Mêrxas spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG'ê Mêrxas Kobanê ku di berxwedana bajarokê Cezzayê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran welatiyan ve li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hat oxirkirin.

Welatiyên bajarên Dêrikê, Girkê Legê, herêmên Berav, Koçerat û Aliya duh ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê YPG'ê Xêrxwaz Temê (Mêrxas Kobanê) ku di pevçûnên bi çeteyên DAIŞ'ê li derdora bajarokê Cezzayê de jiyana xwe ji dest da, li pêşiya nexweşxaneya bajarê Dêrikê kom bûn.

Bi tilîliyên dayikan û dirûşmayan re welatiyan wêneyên têkoşeran û alên Kurdî hildan û girseya oxirkirinê di nava kolanên bajarê Dêrikê re derbas bû û ji aliyê sedan Kurdên Êzidî yên Şengalê li kampa Newroz hat pêşwazîkirin û ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve çû.

Piştî ku girse gihişt goristanê şervanên YPG û YPJ'ê merasîmek leşkerî li dar xistin. Her wiha piştî rêzgirtinê li ser navê YPG'ê Ala Arkot û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Hisên Ibêd axivîn.

Axaftvanan bal  kişandin ser berxwedana qehremanî ya şervanên YPG û YPJ'ê li Kobanê û Cezza didin meşandin. Axaftvanan diyar kirin şervanên YPG/YPJ'ê ji bo parastina herêmên Rojavayê Kurdistanê şerekî dijwar li hemberî çeteyên êrîşkar dikin û dan zanîn ku van şervanan soz dane heta dilopa xwîna xwe ya dawî wê parastina Rojava bikin.

Paşê welatiyên bi tilîiyên dayîkan û durişmayan re cenazeyê Mêrxas spartin axê.

Di merasîmê de 'Belgeya Şehadeta Şervanan' hatin xwendin û belgeya şervanê YPG'ê Tofan Dêrikê radestî malbata wî hat kirin.