Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ozgur hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ahmet Ozgur (Têkoşîn Herkol) ê di şerê li Licê qewimî de jiyana xwe ji dest dabû, li Edene yê hate veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ahmet Ozgur (Tekoşîn Herkol) ê di şerê 30’ê Hezîranê li bajahiya Licê ya Amedê qewimî de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbatê ve ji Amedê hate girtin û anîn Edene yê. Cenazeyê Ozgur birin Taxa Anadolû ya navçeya Yuregîr a ku malbata wî lê dirûne, wecîbeyên olî li vir anîn cih. Piştî bicihanîna wecîbeyên olî û şûnde cenazeyê Ozgur ji bo veşartinê birin Goristana Kuçukoba yê.

Cenazeyê Ozgur ê HPG’yî di bin çavdêriya wesayîtên zirxî û polîsan de bi duayan hate veşartin.