Cenazeyê gerîla Akdag piştî 14 mehan şûnde hate girtin

cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ferdî Akdag ê li Amanosê şehîd bûbû, piştî 14 mehan û şûnde radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ferdî Akdag (Tûfan Botan) ê di Nîsana 2018’an de li Çiyayên Amanos ê navçeya Dortyol a Hatayê di encama êrîşa SÎHA de şehîd bûbû û li goristana bêkesan Goristina Bûrûk hatibûn definkirin, ji aliyê malbatê ve piştî 14 mehan hat girtin.

CENAZE HATE GIRTIN, BER BI GUND VE HATE ŞANDIN

Piştî testa DNA’yê ya malbat û Akdag li hev hatin, malbatê di bin çavderiya polîsan de cezayê kurê xwe ji cihê lê hatibû definkirin derxistin. Malbat ji bo cenazeyê kurê xwe Akdag defin bike, ber bi gundê Belenolûk ê navçeya Berwarî ya Sêrtê ve ketin rê.