Cenazeyê Bulent Ûlûer hate veşartin

Cenazeyê Sekreterê Giştî yê Dev-Genç Bulent Ûlûer ê ku beriya du rojan li nexweşaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi sedan kesî ve hate veşartin.

Cenazeyê Ûlûer, piştî wecîbeyên olî li Goristana Karacaahmet hate veşartin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, parlemeter Gora Paylan, Ertûgrûl Kurkçu, Fîlîz Kerestecîgolû, Parlementerê Partiya Gel a Komarê (CHP) Sezgîn Tanrikûlû, hevberdevkê nHDP’ê Onûr Hamazaolû û Gulîstan Kiliç, endamên Dev-Genç û gelek partiyên siyasî, rêxistinê civaka sivîl û hunermend beşdarî merasîma cenaze bûn. Darbesta Ûlûer bi ala Dev-Gençê hate pêçan û dirûşmên “Şehîdên şoreşê bê mirinin”, “Bijî şoreş û sosyalîzim” û “Bulent Ûlûer bê mirine” hatin qîrkirin.

‘RAMANÊN ME LI SER PIYAN E’

Hevalê Ûlûer Seyfî Ongîder diyar kir ku ji bo hê baştir bikarin li cîhana li ser hatine dinê bijîn têkoşîn kirine, anî ziman ku jiyana bi têkoşînê tijî bi hatina mirinê her tim zû ye. Ongîder wiha got: “Duh li Enqerê me hevalekî xwe spart axê, sibe dibe li Samsûnê cenazeyê hevaleke xwe veşêrin. Dibe ku bi bedena xwe biçin lê qet me ramanên xwe yên şoreşger bi rê nekiriye. Dema ku em Bulent jî bi rê dikin ciwaniya xwe bi rê dikin, lê ramanê me li ser piyan e.”

 ‘BULENT YEK JI QEHREMANÊN BÊ NAVBÛ’

Piştre jî Parlemeterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu axivî û got: “Ûlûer yek ji wan kesên ku şoreş li her cihê Tirkiye û Kurdistanê belavkiriye. Ûlûer qehremanekî bê nav e.”

Merasîm bi çepikan û dirûşaman ve bi dawî bû.