Cenazeyê 2 endamên YPG'ê anîn Rihayê

Cenazeyê 2 endamên YPG'ê anîn Rihayê

Cenazeyê 2 şervanên YPG'ê yê li Kobanê di şerê li dijî çeteyan de jiyana xwe ji dest dan, anîn Saziya Tipa Edlîya Rihayê.

Li Kobanê di şerê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de şervanê YPG'ê Firat Acar (Serbest Efrîn) (18) û Hamdullah Cihanoglu (Zinar Sekman) (21) jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê Acar û Cîhanoglu di saetên nivro de ji Kobanê derbasî Pirsusê kirin. Nûnerên MEYADER'ê cenaze ji sînorê Kobanê wergirtin û ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê. Piştî kar û barê raporê bi dawî bibe, dê cenazeyê Acar bişînin Cizîra Şirnexê û cenazeyê Cihanoglu jî bişînin navçeya Tekmanê ya Erziromê.