'Cemîl Kirbayir ji aliyê polîsên şûbeya siyasî ve hate kuştin'
Gultekîn Şanli, ku di rojên dawî yên Cemîl Kirbayir de ew dît, polîsên şûbeya siyasî ya Midûriyeta Emniyeta Bajarê Qersê yên wê demê, weke berpirsyarê cînayetê nîşan dan.
Gultekîn Şanli, ku di rojên dawî yên Cemîl Kirbayir de ew dît, polîsên şûbeya siyasî ya Midûriyeta Emniyeta Bajarê Qersê yên wê demê, weke berpirsyarê cînayetê nîşan dan.
Kurê yek ji nîşaneyên dayikên Şemiyê Dayika Berfo, Cemîl Kirbayir, roja 13'ê Îlona 1980'î di bi nê çavan de hate windakirin. Gultekîn Şanli, ku di rojên dawî yên Kirbayir de ew dît, qala wê demê kir.
CEMÎL BIRIN LÊPIRSÎNÊ Û VENEGERANDIN
We Cemîl Kirbayir li ku û çawa dîtin?
Dema ku Cemîl anîn Qada Çavdêriya Leşkerî ya Sengerên Çakmakê, bi qasî 10 rojan ez di binê çavan de bûm. Dema ku min jê pirsî bê ji ku girtine, wî got, 'ji malê'. Ji ber ku qedexe bû em bi hev re biaxivin, min nekarî zêde jê bipirsim. Car carna hin kes ji nava me dibirin ji bo lêpirsînê.
Kê lêpirsîn dikir? Leşkeran an jî polîsan?
Polîsên şûbeya siyasî di bin çavdêriya leşkeran de dikirin. Mebest ji lêpirsînê, êşkence ye.
Hûn li wir hatin lêpirsîn?
Na, piştî ku ez hatim binçavkirin, ez birin şûbeya siyasî ya Emniyeta Bajarê Qersê. Li wir êşkence li min kirin.
Dema ku Cemîl Kirbayir ji wê qada çavdêriya leşkerî birin êşkenceyê, we dît?
Erê. Em li heman qewîşê bûn. Bi qasî 60 kes bûn. Ji cem me birin. Birin, lê careke din venegerandin. Îdîa kirin ku reviya ye.
Kê ev îdîa kir?
Dema ku Cemîl venegeriya, me destpêkê ji leşkerên li wir nobed digirtin, pirsî. Ji me re gotin, ku reviya ye. Piştre endamên Dev-Yolê ku hevrêyên Cemîl Kirbayir bûn, bi israr aqûbeta Cemîl li efserekî li wê derê, ku navê wî nizanim pirsî. Wî jî îdîa kir ku reviya ye.
Yên ku Cemîl Kirbayir ji qewîşê birin, leşker bûn, ya jî polîs?
Leşker bûn. Leşker dihatin û dibirin, polîsên siyasî jî lêpirsîn dikirin. Hin hebûn dibirin û vedigerandin. Lê belê Cemîl Kirbayir venegerandin. Yên ku beriya Cemîl ji hucreyê hatin birin û vegerandin, di rewşeke perîşanî de bûn. Êşkence li wna kiribûn. Rewşa wan perîşan jî be, ew anîn. Lê Cemîl neanîn. Piştre, dema li Girtîgeha Leşkerî ya Erzîromê bûm, pê hesiyam ku Cemîl hatiye kuştin.
'REVA JI WIR NEPÊKAN BÛ'
Hûn çawa pê hesiyan ku hatiye kuştin?
Ji siyasiyên ku piştî me sewqî Girtîgeha Leşkerî ya Erzîromê hatin kirin, me bihîst ku hatiye kuştin. Îdîa dikirin ku Cemîl reviya ye, lê belê ev nepêkan bû. Nepêkan bû ku kes ji wir bireve. Bifikirin, cihekî leşkerî ye û derdora wê ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin. Qada çavdêriya leşkerî ya bi navê Sengerên Çakmak, ku berê weke axurê dihate bikaranîn, girek bû. Bi pêlikan mirov dadiket hewşê û em li cihê ku berê hesp lê diman, ku veguherandibûn qewîşê diman. Me derve jî nedidît. Weke min got, reva ji wir nepêkan bû. Ew bi êşkenceyê hate kuştin.
BERPIRSYARÊ CÎNAYETÊN SIYASÎ, POLÎS IN
Hûn polîsên wê demê yên li Qersê li maseya tevgerên şoreşger bûn, nas dikin?
Komîser Kemal Kartal, şefê polîsan Mehmet Hayta, serkomîser Îsmet Yaradanakûl hebûn.
Beriya we bînin Sengerê Çakmakê, polîsên lêpirsîna we dikirin ev bûn?
Erê, ev bûn.
Hûn ji kîjan tevgera siyasî hatin girtin?
Alîgirê Halkin Yolû (Rêya Gel) bûm.
Van polîsan li hemû tevgerên sosyalîst ên li Qersê dinerîn?
Erê, dihate axaftin ku berpirsyarê hemû cînayetên siyasî yên li Qersê ev tîma polîsan bû.
Yên ku lêpirsîna Cemîl Kirbayir jî kirin, ev polîs bûn?
Bêguman ew bûn. Lêpirsîn timî ji aliyê heman tîmê ve dihate kirin. Wekî din hin leşkerên payebilind ên wê demê jî hebûn.
Ti ji van polîsan hatin darizandin?
Bi qasî min şopand, nehatin darizandin. Komîser Kemal Kartal piştî Qersê tayînî Sêwasê hate kirin. Pitre bû amîrê emniyetê yê Tûncelî.
CENAZE LI SENGERÊN ÇAKMAK E
Hestiyên Cemîl Kirbayir hê nehatine dîtin. Dayika Berfo di 103 saliya xwe de çavên xwe li jiyanê girt. Serokwezîrê wê demê, Serokkomarê îro Erdogan soz da ku wê kiryaran bibîne, lê ev soza xwe bi cih neanî. Di hin nûçeyan de tê îdîakirin ku cenazeyê Cemîl Kirbayir hatiye şewitandin. Bi dîtina we aqûbeta Cemîl Kirbayir çi ye?
Bi dîtin min, ew bi êşkenceyê kuştin. Bawerim ku li cihekî qada Çavdêriya Leşkerî ya Sengerên Çakmakê veşartine. Ji ber ku ew der herêmeke mezin a leşkerî ye. Eger ew der bê kolandin dibe ku gelek cenaze bên derxistin.