Çelîk 47 kesên di salên 1930 de hatin qetilkirin ji Ala pirsî

Çelîk 47 kesên di salên 1930 de hatin qetilkirin ji Ala pirsî

Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, qetilkirina 47 kesan ku di salên 1930 de li gundê Balkir ê navçeya Têlî ya Mûşê bi awayekî destgirêdayî hatibûn kuştin, ji Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala pirsî.

Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk da xuyakirin ku agahî gihaştine ber destê wan; di sala 1930 de li herêma Seyîdanli 47 kes bi awayekî destgirêdayî hatine qetilkirin û got, "Ev mejiyê qetlîemkar ê di komkujiya Zîlanê de rol lîstiye, piştî sê mehan 47 mirovên bêguneh qetil kiriye. Li gorî gihaştine ber destê min, navê gelek ji 47 welatiyên me yên hatine qetilkirin, diyar in."

Çelîk di pêşniyarpirsê de ev pirs kir:

"Der heqê mijara ku min ji jorê behsa wê kir, ti gazin an jî serlêdanek li Wezareta we hatiye kirin?

Li Tirkiyeya di nava pêvajoya çareseriya demokratîk de ye de, ji bo ronîkirina komkujiyên paşerojê ti xebateke Wezareta we heye? Eger tinebe, sedema wê çi ye?

Tirkiyeyê di sala 1950 de Peymana li ser Cezakirin û Pêşîgirtina li Sûcên Qirkirinê ya 1948'an mor kiriye û bi vî rengî ketiye bin barê berpirsyariya navneteweyî. Di vê çarçoveyê de kêm be jî ji bo sivikirina êşa civakên rastî qirkirinê hatiye, ji bo lêkolînkirina van komkujiyan û aşkerakirina hemû berpirsyaran, rêveber jî di nav de, hûn difikirin ku tiştekî bikin?"