Çekên ji Tirkiyê diçin ji El Nûsra re di rojeva Parlamenta Swêdê de ne
Çekên ji Tirkiyê diçin ji El Nûsra re di rojeva Parlamenta Swêdê de ne
Çekên ji Tirkiyê diçin ji El Nûsra re di rojeva Parlamenta Swêdê de ne
Parlamentera Partiya Karker a Sosyal Demokrat Carîna Hagg beriya serdana Serokwezîr Erdogan a li Swêdê pêşniyar pirsek nivîskî da û çekên di ser Tirkiyê diçin ji çeteyên El Qaîde û El Nûsra yên li Sûriyê komkujiyan dikin, xist rojeva Parlamenta Swêdê.
Hagg bibîr xist, di rojeva raya giştî de cih girtiye kuk meleyê berê yê mizgefta herî mezin a li Stockholmê, ku hikûmet jî pê re di nava têkiliyê de bû alîkariya lojîstîk û çekan dide kom û milîsên terorîst ên li Sûriyê li dijî mirovahiyê gunehan dikin û ji Wezîrê Karên Derve Carl Bîldt pirsî ka ji bo astengkirina şandina çekan ji bo Sûriyê difikire çi bike.
Tê xwestin ku mijar bi rayedarên Tirk re bê nirxandin û polîtîkaya hikûmetê ya di vê mijarê de ji raya giştî re bê aşkerakirin.
Hefteya derbasbûyî Ajansa Ekot a Radyoya Dewletê ya Swêdê ragihandibû ku meleyê berê yê mizgefta herî mezin a li Swêdê ya li taxa Sodermalm a Stockholmê Haytham Rahmeh, ji bo komên li Sûriyê şer dikin çekan peyda dike. Ajansê diyar kiribû ku Rahmeh çekên ji Lîbyayê peyda dike, di ser Tirkiyê re dişîne Sûriyê.
Yek ji navên girîng ên mûxalefat Sûriyê Kamal al-Labvanî ji Ajansa Ekot re ragihandibû ku "Komîsyona Parastina Sivîlan" a mele bi xwe jî yek ji damerîneran e, ji depoyên çekan ên li Lîbyayê çek kiriye û piştrast kiribû ku Rahmeh çekan ji Bosna û Romanyayê derbasî Tirkiyê dike û di ser Tirkiyê re dişîne Sûriyê. Li gorî agahiyên nû yên Ekotê ji raya giştî re aşkera kir, Rahmeh ne tenê çek, her wiha di avakirina mîlîsên ji 2 hezar kesî de roleke girîng lîstiye.
Lîderê polîtîk ê "Komîsyona Parastina Sivîlan" Nazir Hakîm pişrast kir ku milîsên ji 2 hezar kesî hene û îdîa dike ku ew dikarin pirsgirêka li Sûriyê bi rêbazên leşkerî çareser bikin. Hakîm dibêje, "Belê ji bo parastina gel komeke me ya leşkerî heye. Em li Heleb, Latakîa, Hama, Hûmûs, Şamê hene. Em li her derê hene."
Di malpera înternetê ya rêxistinê de, li You Tube bi sedan fîlmên mîlîsan nîşan didin hene. Di van fîlman de, çeteyên bi unîformayên bi sembola rêxistinê avahiyan dişewitînin û propaganda cîhadê dikin. Koma ku di demeke kurt de mezin bû xwedî têgihiştin û hişmendiyek nêzî Biratiya Misilman e. Hakîm dibêje koma wan bi komên mîna El Nûsra û Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê re hevkariyê dike.