Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê dest bi karekî berfireh kir. CDK-F li Parîsê 8 komîteyên li 55 kesan, li gelemperiya Fransayê jî nêzî 100 komîteyên ji sedan endamî ava kir û bi vî rengî dest bi karê hilbijartinê kir. CDK-F wê heta 7-19'ê Hezîranê dema dengdayinê bi berfirehî bixebite.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, Parlamenterê Wanê yê HDP'yî Ozdal Uçer, Parlamentera Sêrtê ya HDP'yî Besîme Konca û Hevşaredarê Rêya Armûşê ya Wanê Veysel Keser wê tevlî hemû panel, çalakî û civînên gel ên li Fransayê bibin û li ser hilbijartinê agahiyan bidin.
Navenda bangê ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Parîsê ye, wê ji 12'ê Gulanê û pê ve bi 20 kesî ji bo agahiyan bide dengdêrên HDP'ê û ji bo dengdanê bibe alîkar, wê xizmetê bike.
Bi beşdariya Hevşaredarê Rêya Armûşê Veysel Keser, siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan û Hevseroka NCDK a Parîsê Şukran Akdogan duh civînek hate lidarxistin. Di civînê de karê hilbijartinê yê li Parîsê û derdora wê tê kirin hate nirxandin û li ser pêvajoyê agahî hatin dayin. Siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan destnîşan kir ku wê bigihêjin hejmara ku li Fransayê daniye pêşiya xwe û got, "Armanc 50 hezar e, lê em ê ji vê armancê jî derbas bikin."
Hevşaredar Keser jî bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 24'ê Hezîranê û got, "Dengên ku HDP bigire ji bo hemû gelan gelekî girîng in. Divê hemû saziyên demokratîk û baweriyan bibin navendên hilbijartinê û bi dil û can bixebitin. Em ê teqez bi ser bikevin."
BERNAMEYA HILBIJARTINÊ YA CDK-F
* 11'ê Gulanê: Hayko Bagdat wê ji bo desteka ji Efrînê re lîstika şano pêşkêş bike. Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Fûat Kav jî wê weke mêvan tevlî bibe.
* 11'ê Gulanê: Li Villiers-le-Belê civîna gel a navendî.
* 12'ê Gulanê: Li navenda Parîsê û hemû herêman navenda bangawaziyê.
* 12'ê Gulanê: Li herêma 95'an (Gonesse) bi beşdariya siyasetmedar û nivîskarê Kurd Fuat Kav û Hayko Bagdat civîna gel. Farqîn û Deza Amed wê bi hunera xwe tevlî civînê bibin.
* 13'ê Gulanê: Li Rouen Vallée de Reuille civîna gel.
* 13'ê Gulanê: Li Villeneuve Saint George civîna gel.
* 20'ê Gulanê: Li Villiers-le-Belê karê hilbijartinê yê HDK'ê.
* 20'ê Gulanê: Li Creil herêma 60'î civîna gel, panel.
* 20'ê Gulanê: Li Rouen, Toulouse, Renne û Evry civîna gel.
* 26'ê Gulanê: Li Orleansê karê hilbijartinê yê HDK'ê.
* 26'ê Gulanê: Li Marsîlyayê civîna gel.
* 27'ê Gulanê: Li Marignanê civîna gel.
* 27'ê Gulanê: Li Evry, bi beşdariya nûnerekî Civaka Îslamî ya Kurdistanê wê bi rêveberiya mizgeftê re fitar bê kirin.
* 2 Hezîranê: Li Montpellierê civîna gel.
* 3'ê Hezîranê: Li Avignonê civîna gel.
* 3'ê Hezîranê: Li Draguinanê civîna gel.