CDK-F ji bo çalakiyên ji Kobanê re banga tevlîbûnê kir
CDK-F ji bo çalakiyên ji Kobanê re banga tevlîbûnê kir
CDK-F ji bo çalakiyên ji Kobanê re banga tevlîbûnê kir
CDK-F, bang li Kurd û dostên wan ên Fransa kir da ku tevlî çalakiyen wê dawiya hefteyê bên lidarxistin bibin.
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa CDK-F bi daxuyaniyeke nivîskî bang li tevayî Kurdistaniyan û saziyên demokratîk-şoreşger kir da ku di şexsê “Arîn Mîrxan, Suphî Necat”de xwedî li mîrasa şehîdên Kobanê derkevin.
CDK-F da xuyakirin ku li Fransa meş û çalakî didomin û wê hefteya pêşiya me jî berdewam bikin. CDK-F diyar kir pêwîst e tevlîbûneke bihêz ji bo çalakiyên roja Şemiyê Parîs Bastille, Toulouse, La Rochelle, Marignan, Marseille û bajarên cuda yên Fransa bên kirin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku li Qada Batille ya Parîsê roja Şemiyê saet 15.00’an wê gelek sazî, dezgeh, sendîka û organîzasyonên Fransî, Ermenî, Keldanî û Asurî wê beşdarî meşê bibin û xwest ji bo pêşxistina berxwedanê her kes li kolanan be.