Civaka Demokratîk a Kurd a Fransa (CDK-F) komkujiya ku li Fransayê bû sedema mirina 128 kesî û 99 kes jî bi giranî birîndar bûn bi tundî şermezar kir, ji tevahî gelê Fransa û giştî mirovahiyê re sersaxî xwest. CDK-F diyar kir ku tevahî mirovahî wê van êrîşan yek ji komkujiyên herî nemerdî yên dîrokê bi bîr bîne û wiha got: “Lê berpirsê komkujiya Parîsê ne tenê dijminê mirovatiyê DAIŞ e, dewletên bi her awayî piştgiriyê didinê jî berpirs in. Pêwîst e ji dewletên ku rola biryargeha DAIŞ’ê lîstiye û tenê ne bi vekirina sînorên xwe, bi her awayî alikariyên cebilxane û lojîstîkê danê jî hesab bê pirsîn. Eger bi dewletên ku hovîtiya DAIŞ’ê mezin kirine, xwedî kirine, bi ser cîhanê tevahî belav kirine re rû bi rû hesap neyê xwestin û têkoşîn pê re neyê kirin, wê ji bo tevahî mirovahiyê xeterî berdewam bike. Ev 3 pêvajoyên derbasbûyî nîşan da ku têkoşîna bi DAIŞ’ê re ne tenê hedefgirtina van çeteyan e, esasî hêzên di pişt DAIŞ’ê de teşhîrkirin e û hesab jê xwestin e. ”
CDK-F wiha dewam kir: “Jixwe her kes baş dizane bê kî, kîjan hêz û dewlet piştgiriya van çeteyen dike. Xwediyê êrîşên Rojava, tevahî Sûriye, Şengal, Pirsûs, Enqere, Farqîn, Cizîrê û li tevahî Kurdistanê li hember gelê Kurd, gelan û dostên wan her kî bin, hêzên komkujiya Parîsê pêk anîne jî ew in.
Em êrîşên komkujer û faşîzan ên dewleta Tirk û AKP’ê ku bi awayekî aşkera piştgiriya DAIŞ’ê dike baş nas dikin, ji ber vê jî em êşên gelê Fransa bi kûrahî fêm dikin û parve dikin. Çawa di dîrokê de pêk hatibe, her wiha niha jî wê mirovatî li hember faşîzmê bi yekîtiya berxwedan û têkoşînê bi ser bikeve.”
Daxuyanî wiha berdewam dike: “Têkoşîna gelê Kurd a li hember DAIŞ’ê di heman demê de têkoşînek gerdûnî ya li ser navê mirovatiyê ye. Komkujiya Parîsê careke din nîşan daye ku malbata mirovatiyê û nirxên wê di bin êrîşî de ne û êrîşên wiha hovanê tenê bi têkoşîna hevpar wê têk biçe. Em careke din diyar dikin ku em li cem gelê Fransa ne, em banga têkoşîna hevpar li wijdanê mirovatiyê dikin.”