CDÛ: Bila hesabên bankeyê yên Erdogan ên derveyî welat, werin sekinandin

Krîza di navbera Elmanya û AKP’ê roj bi roj zêdetir dibe. Partiya hikumetê CDÛ’yê xwest ku bila zext li malbata Erdogan were kirin.

Parlementerê CDÛ’yê Roderîch Kîesewetter xwest ku bila hesabên bankeyê yên Erdogan ên li derveyî welat werin sekinandin.

Krîza di navbera Angela Merkel û desthilatdariya Erdogan kûrtir dibe. Eniya CDÛ’yê ya ku partiya Merkel e, xwestin ku bila zextên li ser rejîma Erdogan zêdetir bibin.

Berdevkê karê derve yê CDÛ’yê Roderîch Kîesewetter vê sibehê ji radyoya RBB’ê re axivî û xwest bila yekser malbata Erdogan bibe hedef û got, “Sermesele em dikarin dest deynin ser mal û milkên Erdogan û hesabên wî yên bankeyan.Di destê me de gelek derfetên wisa hene.”

‘DIVÊ TIRKIYE JI ENDAMTIYA NATOYÊ WERE DERXISTIN’

Kîesewetter ê ku demeke dirêj di artêşa Elmanyayê de generaltî kiriye, diyar kir ku divê Ewrûpayî ji bo betlaneyê neçin Tirkiyeyê û divê Tirkiye di demek ne dûr de ji endamtiya NATO’yê were derxistin.