Çavdêra MPKE Alev Korûn qala çavdêriyên xwe yên referandûmê kir

Korûn ku li ser navê MPKE di referandûmê de çavdêrî kir got, "Nerazîbûna hikumetê û Serokkomar a li rapora OSCE û MPKE, redkirina serlêdanên HDP û CHP'ê di demeke kurt de, bi baldarî û bi fikar tên şopandin."

Korûn dest nîşan kir, gumanên mezin li ser encamên referandûmê hene.

Parlamentera Awûstûryayî Alev Korûn, ku li ser navê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) di referandûmê de çavdêrî kir, li ser referandûma bi fen û fûtan ji ANF'ê re axivî.

Korûn got, "Heyeta çavdêr a navneteweyî, ku ez jî di nav de bûm, heyeta Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê bû. Weke ku tê zanîn, Tirkiye endamê damezrîner ê OSCE û MPKE ye. Her wiha parlamenterên Tirkiyeyê jî weke çavdêr tevlî hilbijartinên li welatekî din ê endam dibin."

'LI PÊŞIYA AVAHIYÊN HILBIJARTINÊ POLÎSÊN BI ÇEKÊN GIRAN HEBÛN'

Korûn ev agahî da:

"Sê roj beriya hilbijartinê hemû endamên heyetê hatin Enqereyê. Du rojan me li pisporan guhdarî kirin, bi partiyên koma xwe di meclîsê de hene, rêxistinên civakî yên sivîl û endamên medyayê re hevdîtin kir. Der barê bûyerên di mehên dawî de qewimîn, li ser kampanyayên Erê û Na, rewşa medyayê, rojnamevan, dozger û dadgerên girtî, rewşa piştî hewldana darbeyê û rewşa rojane agahî girt.

Li Enqereyê di dema amadekariyan de ti zehmetî derneketin pêşiya me. MPKE tenê 4 bajarên li rojavayê Tirkiyeyê ji bo me pêşniyar kiribû: Stenbol, Îzmîr, Enqere, Antalya. Bi hinceta ku 'li bajarên din ên welêt wê jiyana me ne ewle be' ji aliyê MPKE ve li pêş çavan nehatin girtin.

Ekîba ez jî di navê de bûm, ji sê parlamenteran pêk dihat. Li Stenbolê, li sindoqên ku em çûn serdana wan ti bê ûsilî tine bû û me bi vî rengî jî rapor amade kir. Lê belê hempîşeyên me yên çûn Amedê gotin, ku li pêşiya her avahiyeke hilbijartinê gelek polîsên bi çekên giran hebûn, nasname 2 caran dihatin kontrolkirin û piştî aaftineke dûdirêj û danûstandinên bi telefonê, destûr ji çavdêran re hat dayîn, ku çavdêriyê bikin."

RAPOR BIBÎR XIST

Korûn ev xusûsên rapora hevpar a OSCE û MPKE bibîr xist:

"Referandûma li ser guhertina Destûra Bingehîn a 16'ê Nîsanê di nava şert û mercên newekhev de hate kirin û di kampanyayê de derfetên her du aliyan ne weke hev bûn. Bi rengekî bê alî agahî ji hilbijêran re nehate dayîn û tevlîbûna rêxistinên civaka sivîl nehate kirin. Referandûm piştî hewldana darbeyê ya binketî di nava şert û mercên Rewşa Awarte de hate kirin."

Korûn anî ziman, hejmara ku ji aliyê HDP û CHP'ê ve hate eşkerekirin, nîşan dide ku bi qasî 2,5 mîlyon deng bi guman in û got, "Her du partî jî li ser sindoqan nehatine temsîlkirin."

Korûn bibîr xist, Tirkiye endamê damezrîner ê OSCE û MPKE ye û wiha dewam kir: "Heyeta her du saziyan jî li ser vexwendina hikumeta Tirkiyeyê bi awayekî fermî serdana vî welatî kirin. Parlamenterên Komara Tirkiyeyê jî bi heman awayî weke çavdêr tevlî hilbijartinên li welatekî din ê endam dibin û raporan amade dikin."

Korûn diyar kir, ew li bendê ne rewşa dawî ya rapora OSC di hefteya pêş de bê amadekirin û got, "Ji ber ku OSCE li ser vexwendina welatên endam çavdêriyê li hilbijartinê dike, tê hêvîkirin ku raporên OSCE li welatên endam girêdar bên qebûlkirin."

'BI BALDARÎ Û BI GUMAN TÊ ŞOPANDIN'

Çavdêr Alev Korû bal kişand ser giraniya raporên OSCE û got, "Nerazîbûna hikumetê û Serokkomar a li rapora OSCE û MPKE, redkirina serlêdanên HDP û CHP'ê di demeke kurt de, bi baldarî û bi fikar tên şopandin. Ji ber ku pratîkên derveyî qanûnî yên pêvajoya referandûmê û roja dengdanê baş nehatiye lêkolînkirin, encam gumanbar tê dîtin."