Çalakiyên dijberî qetilkirina 2 welatiyên Geverî didomin
Çalakiyên dijberî qetilkirina 2 welatiyên Geverî didomin
Çalakiyên dijberî qetilkirina 2 welatiyên Geverî didomin
Çalakiyên şermezarkirina kuştina Mehmet Reşît Îşbîlîr û biraziyê wî Veysel Îşbilîr ku li Geverê bi destê polîsan hatin kuştin, li Dîlok, Qoser, Hezex, Şirnex, Edene, Îzmir Antalyayê bi girseyî hat şermezarkirin. Di çalakiyan de hat xwastin ku berpirsiyar bên dîtin û derxin pêşberî edaletê.
Di 6'ê kanûnê de li Geverê, polîsan mudaxaleyî girseya ku şikandina gorên gerîlayên HGP'ê şerezar kirin kir û Mehmet Reşît Îşbilir û biraziyê wî Veysel Îşbilir qetilkirin. Duh jî polîsan mudaxaleyî girseya ku cenazeyên 2 welatiyan defin kir, kir. Di mudaxaleya duh de jî welatiyê bi navê Bêmal Tokçu birindar kirin. Rewşa Tokçu her diçe xetertir dibe. Ji bo şermezarkirina qetilkirina 2 kesan li 7 navendan çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Bi hezaran kesên li navendên Dîlok, Qoser, Hezex, Şirnex, Edene, Îzmir û Antalyayê kombûn meş pêk anîn û daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyên di pêyengiya BDP'ê de pêk hatin bi hezaran kes li ber avahiyên BDP'ê yên bajar û navçeyan kom bûn û meş pêk anîn. Di çalakiyan de rêveberên BDP, HDP, SYKP, ÎHD SDP, ESP, Mala Gel, Partiya Kedê, DOKH, Meclisa Ciwanan a BDP'ê, Meclisa Jinan a BDP'ê û gelek kesên din jî amade bûn. Komên ku çalakî pêk anîn, wêneyên kesên hatin kuştin, alên PKK, PYD û KCK'ê, posterê Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Dîsa pankartên "An aştiyek bi rûmet, an jî berxwedanek bi heybet", "Şehidên me nemirin, Rastiya me ya serkeftinê ye", "Hikûmeta AKP'ê li Geverê komkuji pêk anîye. Em kujeran nalet dikin û Hikumeta AKP'ê hişyar dikin" û "Botan serhildane, serhildan azadîya Rêber Apo ye" vekirin. Girseyên çalakî pêk anîn di meş û daxuyaniyan de siloganên "Şehid namirin", "Her der Gever her der berxwedan", "Ji Geverê re silav ji berxwedanê re dewam", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e", "PKK dimeşe erd û ezman diheji", "Heta serok azad ne be aşitî Şaşitî ye" gotin. Girseyên ku daxuyanî dan dîsa bi siloganan belav bûn.