Çalakiya zincîra ji mirovan dewam dike

Çalakiya zincîra ji mirovan dewam dike

Di roja 81. a berxwedana Kobanê de, nobedarên li gundê Mehserê, zincîra ji mirovan ava kirin û bi nîşanên serketinê berxwedana Kobanê silav kirin.

Di roja 81. a berxwedana Kobanê de, bi sedan kesên ji bo piştgirîdayîna berxwedana YPG û YPJ'ê li gundê Mehserê nobedê digirin, bi destê hev girtin, zincîra ji mirovan ava kirin û berxwedana Kobanê silav kirin. Beşdarên berxwedana nobedê ên li gundên Mehser û Miseynterê, danê sibê derdor paqij kirin û piştre berê xwe dan Kobanê. Girseya gel ji bo bîranîna cangoriyên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz girt û bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Silav silav ji Kobanê re hezar silav", "Bijî Serok Apo" berxwedana destanî ya Kobanê silav kirin.