Çalakiya kon a li Qibrisê di roja 14’emîn de bi dawî bû
Çalakiya kon a li Qibrisê di roja 14’emîn de bi dawî bû
Çalakiya kon a li Qibrisê di roja 14’emîn de bi dawî bû
Çalakiya kon ya li Qibrisê bi armanca piştgiriya bo Kobanê û protestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê destpê kir, di roja 14’emîn de bi daxuyaniyek çapemeniyê bi dawî bû.
Çalakiya kon ya ku di 2’ê Cotmehê de li ber Parlamentoya Lefkoşeyê destpê kir, duh bi tevlîbûna gelek partiyên siyasî daxuyaniyek hat dayîn û bi dawî bû.
Di daxuyaniyê de Serokê Partiya EVROKO Dimitris Silluris, axivî û diyar kir ku ew ê li cem gelê Kobanê cih bigirin û ji bo her cure alîkariyê wê di nava hewldanan de bin.
Serokê Koma Partiya Keskan George Perdîkes jî axivî û berxwedana Kurdan a li Kobanê ya li dijî DAIŞ’ê silav kir û got der barê mijarê de vê hefteyê wê li parlamentoyê nîqaşekê bimeşînin. Prdîkes got ew bawer e ku wê Parlamentoya Kibrisê ji bo Kobanê biryarekê bigire.
Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmaya ‘Bijî berxwedana Kobanê’ bi dawî bû.