Bunyeya lîderê nîjadperest ê Swêdî nîjadperestî ranekir

Bunyeya lîderê nîjadperest ê Swêdî nîjadperestî ranekir

Lîderê Partiya Demokratên Swêdê ku dijminê biyaniyan e û nîjadperest e û di hilbijaratinên meha buhrî de ji sedî 13 deng girt, Jîmmîe Akesson, duh êvarê ji ser hesabê xwe yê facebookê nameyek vekirî weşand û got ku ew xwe di aliyê fizîkî û psîkolojîk de xwe baş hîs nake û wê heta demeke ne diyar destûra ji bo nexweşiyê bi kar bîne.

Di daxuyaniya ku ji aliyê partiyê hat kirin de hate gotin ku ji ber nexweşiya Akesson lîderiya partiyê, ji aliyê Serokê Koma Parlamentoyê ya Partiyê Mattîas Karlsson dewr hat girtin.  Karlsson ku di navbera 2002-2006’an de danezana hilbijartinê ya Demokratên Swêdê amade kir û wek îdeologê şefê partiyê tê zanîn.

Akesson di nameya xwe de diyar dike ku di hilbijaratinên 2014’an de têkçûnek jiyane û negihiştine hedefa xwe, di polîtîkaya Swêdê de gihiştine hêzekê lê ev wisa ne hêsan bû.

Akesson got piştî hilbijartinan derfetê wî yên fikirandinê çêbûye û xwe baş hîs nekiriye û yên derdora wî jî ev ji wî re ragihandine. Akesson got ku ew nexweşweş e û ev dem çiqas bidome nayê zanîn. Akesson got ku doktoran teşhîsa ‘sendroma bê haliyê’ daniye.