Bûldan û Sancar bûn Hevserokên Giştî
Di kongreya HDP’ê de Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bûn Hevserokên Giştî yên HDP’ê.
Di kongreya HDP’ê de Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bûn Hevserokên Giştî yên HDP’ê.
Piştî ku delegeyan deng dan, Kongreya Asayî ya 4’emîn a HDP’ê bi dawî bû. Di 10 sindoqan de ji nav 1018 delegeyan 838 delegeyan deng dan. Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi 836 dengan bûn Hevserokên Giştî yên HDP’ê.
Piştî dengdanê endamên esil û cîgir ên Meclîsa Partiyê, Desteya Dîsîplîna Navendî û Desteya Lihevkirinê jî hatin diyarkirin.